Fetwayen Kurdi
Ma Dîyanet çima hîn jî şevên qendîlê pîroz dike?

Ma Dîyanet çima hîn jî şevên qendîlê pîroz dike?

Pirs: Piştî ku min nivîsa we ya di derbarê şevên qendîlê de xwend min dev ji pîrozkirina şevên qendîlê berda û ez ji kesên derdora xwe dibêjim ku ev bid‘et e. Lê belê li Dîyanetê gelek zana hene. Madem ev bid‘et in, piştre derketine û ew jî dizanin ku ev bid‘et in. Wê gavê çima hîn jî Dîyanet wan şevan pîroz dike. Ma di vê yekê de ew xwe dispêrin çi?

Bersiv: Serokatiya Karûbarên Dînî saziyeke fermî ya ku bi dewletê ve girêdayî ye. Ee wekî me, ne azad in. Ew di mijarên wiha de, li gorî xwe siyasetekê dimeşînin. Di her mijarê de erka herî girîng û mezin di stûyê Misilmanên bîrbir û bîrewer de ye. Gava hemwelatî serwext û bîrewer bibin, dê helwesta Dîyanetê jî biguhere.

Em tewsiye dikin ku hûn nivîsa di derheqê şevên qendîlê de ji navnîşana jêr bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/tarih-arastirmalari/kandil-geceleri.html