Fetwayen Kurdi
Ma mîrac di kîjan salê de qewimiye?

Ma mîrac di kîjan salê de qewimiye?

Pirs: Ma mîrac di kîjan salê de qewimiye?

Bersiv: Digel ku di derbarê mîracê de di çavkaniyan de hin mêjû hatine dayîn jî, lê riwayeta ku mîrac piştî koça Misilmanan a yekem û duyem a bi bal Hebeşistanê ve, di heyama piştî wefata Xedîce û Ebû Talib de beriya hicretê (a bi bal Medîneyê ve) bi salekê qewimiye, rastir e. (Neqla ji Îbn Kesîr: Salih Sabri Yavuz, “Mi’rac”, Diyanet İslam Ansiklopedisi, c. 30, rp. 132)