Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare di şeva mîracê de beşdarî nîşaniyê bibe?

Ma mirov dikare di şeva mîracê de beşdarî nîşaniyê bibe?

Pirs: Nîşaniya kurxalê min pêgî şeva mîracê tê. Ma guneh e ku ez herim? Heke ez neçim dibe ku dilê wan ji min bimîne.  

Bersiv: Kirina nîşanî yan jî dawetê di şeva Rexayibê de ji aliyê dînê ve, tu mehzûreke wê tuneye. Lê belê, ji vê zêdetir tiştên ku dê li salona dawetê bên kirin, girîng in.

Mêr û jinên ji aliyê dînî ve li hev heram in ango dikarin bi hev re bizewicin, li heman cihî bi awayekî vekirî bin, bi hev re bileyizin an jî dansê bikin, ev tiştê han bi tu awayî Xwedê Teala jê razî nabe. Tiştê ku divê mirov bala xwe bidê, ev e. Ji xincî vê, ku dawet rastî şeva Rexayibê yan jî şevên qendîlê bê, di vê de tu mehzûrek tuneye.