Fetwayen Kurdi
Ma birastî jî telqîna li ser miriyan sunet e?

Ma birastî jî telqîna li ser miriyan sunet e?

Pirs: Seyda, hin kes dibêjin ku xwendina telqînê li ser miriyan sunet e û dibêjin ku di vê mijarê de delîla me jî heye. Ma birastî jî xwendina telqînê li ser miriyan sunet e?

Bersiv: Riwayetên di derbarê telqînê de ne, di çavkaniyên sehîh de derbas nabin û bi sedem ku ev riwayet ji aliyê zanyarên ‘ilmê hedîsê ve “zeîf” hatine qebûlkirin, nabin delîl. Ayetên ku mîna delîlê hatine nîşandan jî ji siyaq û sîbaqa wê hatine veqetandin.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Zindî û mirî jî nabin wekî hev. Bêguman Xwedê, kî bivê bi wî dide bihîstin. Teqez tu nikarî (heqiyê) bi miriyên di goran de bidî sehkirin.”[1]

Kesê di ber mirinê de ye, li gorî bawerî û nebaweriya wî muamele pê re tê kirin. Eger bawermend be, li gorî wê giyanê wî jê tê stendin.[2] Eger kafir be, bi ezab tê stendin.[3] Piştî mirinê, kesên ku xêr û xêratên wan dewam dikin, ên ku beriya mirinê li paş xwe tiştên baş hiştine. Di derbarê wan de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman bes Em miriyan vedijînin. Em kar û barên ku wan li pêşiya xwe şandine û berhemên ku li dûv xwe hiştine jî dinivîsin…”[4]

Li gorî ku ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê wiha gotiye:

“Dema însan bimire, ji van her sê karên wî pê ve, xêrê hemî karên wî tên birîn:

Sedeqeya cariye, (dema ji bo riza Xwedê Teala hatibe kirin, piştî mirina mirov jî xêra wê dewam dike.)

‘Ilmê ku îstifade jê bê dîtin.

Zarokên bi xêr ên ku piştî wî jê re dua bikin.”[5]

Li aliyê din Ali Çolak, li ser riwayetên ku bi telqînê ve girêdayî ne, lêkolînek kiriye û ew nirxandine. Di gotara xwe de encamê xebatê wiha par ve dike:

“… mîna ku tê fêhmê, telqîna ku li ser miriyan tê xwendin, bîd‘et e. Riwayeta ku mîna delînê tê nîşandan, wekî ku Îbn Qeyyim (w. 1350) di berhema xwe ya bi navê Zadu’l-Me‘ad de gotiye, ne sehîh e. En-Newewî (w. 676/1277) û hinên din jî ew zeîf dîtine. Es-Sen‘anî (w.1182/1768) di berhema xwe ya bi navê Subulu’s-Selamê de heman nerînê par ve dike. Di rastiyê de yê ku telqînê dixwîne, bi daxwaza ku bila mirî misilman bibe, dibe mijar ji bo tinazan. Suneta Pêxember (s.a.w) di vê mijarê de ku telqîn ji bo însanên di dema definkirinê hazir in, bê kirin.” (rp. 213)[6]

Ji bo agahiyên berfirehtir, ji kerema xwe serî li lînka jêr bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olen-kisinin-mali-ile-hayir-yapilmasi-ona-bir-fayda-saglar-mi.html



[1] Fatir, 35/22.

[2] Waqi‘e, 56/90-91.

[3] Fussîlet, 41/30.

[4] Yasîn, 36/12.

[5] Muslim, Wasiyet 14 (1631). Bnh. Ebû Dawûd, Wesaya 14; Tirmizî, Ehkam 36; Nesaî, Wesaya 8.

[6] Ji bo meqalê bnh. Ali Çolak, “Ölmek Üzere Olan Kişiye ve Mezardaki Ölüye Yapılan Telkin ile İlgili Rivayetler”, Çukurova Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, 2004, c. 4, jimar. 2, rp. 201-222.