Fetwayen Kurdi
Ma pîrozkirina hefteya jidayikbûna Pêxember fermaneke olî ye?

Ma pîrozkirina hefteya jidayikbûna Pêxember fermaneke olî ye?

Pirs: Ma pîrozkirina mewlida Pêxember fermaneke olî ye? Gelo îbadeteke ku xasî bi hefteya jidayikbûna Pêxemberê me ve be, heye? Pîrozkirina vê hefteyê caran yekem kengî dest pê kiriye?

Bersiv: Caran yekem -ji aliyê Serokatiya Karûbarên Dînî û Weqfa Karûbarên Dînî ya Tirkiyeyê- di sala 1989 ya qemerî/bi hesabê heyvê, piştî sala 1994an jî roja jidayikbûna Pêxemberê me 20ê meha Nîsanê/Avrêlê bingeh hatiye girtin û çalakiyên pîrozkirina mewlida Pêxember hatiye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li hemî bajar û navçeyan di mijarên cur bi cur de panel û konferans hatine lidarxistin, piştî sala 1994an jî di hundirê wê hefteyê de sempozyum hatiye organîzekirin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kutlu-dogum-haftasi-etkinlikleri-bidat-midir.html

Mîna ku tê dîtin pîrozkirina hefteya jidayikbûna Pêxember li Tirkiyeyê, di demên dawî de derketiye holê û çalakiyeke ku ji aliyê Dîyanetê ve tê birêvexistin. Ev hefte, ji aliyê olî ve ne hefteyeke pîroz e. Bi munasebeta ku sala jidayikbûna Pêxemberê me (s.a.w) pêrgî 20ê Nîsanê hatiye li çaraliyên welêt pîrozbahî, bernameyên bi bîranînê tên kirin. Heke di bernameyê de şorkerekî ku hûn wî bizanibin, nas bikin hebe, hûn dikarin biçin li axaftina wî guh bidêrin.