Fetwayen Kurdi
Zarokê ku piştî kirina nimêjê razê û îhtilam bibe ma divê wê nimêjê dîsa bike?

Zarokê ku piştî kirina nimêjê razê û îhtilam bibe ma divê wê nimêjê dîsa bike?

Pirs: Gava min mijara nimêjên qeza ji berhema Fetaway-i Hindiyye xwend, ez pêrgî vê fetwayê hatim. Dibêje ku; heke zarokekî kur nimêja xwe ya ‘eşa bike û razê piştre îhtilam bibe û beriya berbanga sibehê hişyar bibe, divê ku wê nimêjê careke din bike. Wekî din jî heke yek nimêjeke ferz bike û piştre ji dîn derkeve, gava careke din têkeve dîn heke dema wê nimêjê derneketibe divê ku careke din bike. Ma ev agahî rast in?

Bersiv: Di vir de mebest ji îhtilamê, balixbûn e. Bi sedema ku kirina nimêjê piştî balixbûnê dibe ferz, hatiye hizirîn ku nimêjên berê hatine kirin nakevin dewsa vê nimêja ferz û bi vî awayî fetwa hatiye dayîn.

‘Îbadeta kesê ku ji dîn derketiye berhewa diçe.  Xwedê Teala wiha ferman dike:

Kî ku îmanê înkar bike, bêguman kirinên wî pûç dibin; ew li axretê dibe ji yên ku xesirî ne.”(Maîde, 5/5)

Sond be, bi bal te û bi bal pêxemberên beriya te ve jî ev rastî hatiye wehîykirin: Eger tu ji Xweda re şerîkan çêbikî, karên te dê pûç bibin û tu dê bibî ji yên xesirî. Naxêr, tu bes ‘îbadeta Xwedê bike û bibe ji spasdaran.” (Zumer, 39/65-66)

Ew ên ku ayetên Me û hatina axretê derew dêran, kirinên wan pûç bûne. Ma ji kirinên ku wan (li dinyayê) dikirin pê ve ew li gorî çi têne cezadan.”(E‘raf, 7/147)

Mirovê ku nimêjeke ferz kir û ji dîn derket lê piştre di heman wextê de careke din bûbe misilman, ji ber nimêja ku kiriye pûç û betal bûye fetwa hatiye dayîn ku divê nimêja xwe careke din bike.

Li gorî van ayetên li jêr gava ev mirov poşman bibe hem ji wî gunehî rizgar dibe hem jî ew guneh jê re bi xêrê tê nivîsandin:

Bibêje: Gelî bendeyên min ên ku we li hemberî xwe (bi gunehan) sînor derbas kirine! Hêviya xwe ji rehma Xwedê nebirin! Bêguman Xwedê li tevekî gunehan dibore. Lewra, Ew pir gunehjêbir e, pir dilovîn e. Hûn bi bal Rebbê xwe ve vegerin; beriya ku ezab bi ser we de were hûn teslîmî Wî bibin; paşê arîkariya we dê neyê kirin.” (Zumer, 39/53-54)

Bendeyên Rehman… Ew ên ku digel Xwedê ‘îbadetê ji mebûdekî din re nakin û bi neheqî ew canê ku Xwedê (kuştina) wî heram kiriye nakujin û zinayê nakin. Kî ku van bike dê (li axretê) rûbirûyî ceza bibe.

Roja qiyametê ezabê wî dê qat bi qat zêde bibe û bi şerpezeyî her û her dê tê de bimîne. Lê belê yê ku tobe bike, bawerî bîne û karê qenc bike, ew cuda ye. Xwedê gunehên wan bi xêran diguherîne. Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.” (Furqan, 25/68-70.)