Fetwayen Kurdi
Meriv kengî dikare li cihê teziyê xwarinê bixwe?

Meriv kengî dikare li cihê teziyê xwarinê bixwe?

Pirs: Ma hukmê xwarinê li mala mirî çi ye?

Bersiv: Di dînê me de dema lêzim, cîran û dost ji bo te‘zî û serdanê diçin mala mirî, tê tewsiyekirin ku bi xwe re ji bo mala teziyê xwarinê bibin, ne ku li wê derê xwarinê bixwin.

Ji Pêxemberê me (s.a.w) wiha hatiye ragihandin:

Ebdullah kurê Cafer (x.j.q) dibêje ku Pêxember (s.a.w) wiha ferman kiriye:

Ji malbata Caferî re xwarinê amade bikin. Lewra ew pir mijûl in û derd û karê wan ji serê wan zêde ye.”[1]

Ji ber vê hedîsê fuqehayên Îslamê dibêjin: Di teziyê de amedekirina xwarinê ji bo tezîvanan mekrûh e.

Heta ev gotina ku ji Cerîr kurê Ebdullah el-Becelli hatiye ragihandin ku mirov bi kûrahî li ser bifikire, pir watedar e:

Me, kombûna li cem malbata mirî û ew xwarinê amede bikin, bi giriyê li ser mirî bi dengekî biling bi feryad û fîgan,(di gûnehbûnê de) wekî hev didîtin.”[2]

Lê belê, kesên ji cihên dûr tên û mecbûr dimînin ku li mala mirî şeva xwe derbas bikin, ji aliyê malbata mirî re ji van kesan re xwarin bê amedekirin li gorî hin aliman caiz hatiye dîtin. Bi me jî ya rast ev e.

Bersiveke me ya din di lînka jêr de heye. Hûn dikarin li lînka jêr wê temaşe bikin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/cenaze-evinde-uc-gun-yemek-icmek-haramdir-deniyor-dogru-mu.html



[1] Ebû Dawûd, Cenaiz, 25-26; Tirmizî, Cenaiz 21; Îbn Mace, Cenaiz 59; Ehmed kurê Henbel, Musned, VI, 380.

[2] Îbn Mace, Cenaiz, 60.