Pirs: Pêxemberê me di derbarê yên ku di xew de mane û yên ku jibîr kirine –çendî ku wext derketibe jî– ferman kiriye ku dema şiyar bibin û hate bîra wan ku divê nimêj bikin. Xew û jibîrkirin di usûlu’l-fiqhê ji qusûrên ehliyetê tên qebûlkirin. Heke fermana qezakirina nimêjê li kesên wiha jî hatibe kirin, ma qezakirina nimêjê berî her kesî li yên ku bêyî hebûna sebeb û uzrekî nimêj nakin jî lazim nake? Ango madem qezakirina nimêjê li ser ê digel ku di xew de maye û jibîr kiriye û berpirsyariya kirinê jê re tuneye dîsa jî ferz be, ma ne lazim e ku berî her tiştî li ser ê ku bi zanebûn terikandiye jî ferz be?
Bersiv: Emrê bi kirina nimêjê ji bo kesê ku di xew bimîne yan jî jibîr bike –çendî ku wext derbas bûbe jî– dema şiyar bibe yan jî nimêja ku terikandiye ket bîra wî, fermana Qur’anê ye. Lewra Xwedê Teala, ji tiştên ku me bi şaşî kirine û ji yên ku me jibîr kirine berpirsyar nagre. (Beqere, 2/286) Ev ji rewşên ku hêza mirov nagihîjê. Xwedê Teala bendeyên xwe bi barê ku nikaribin hilgirin berpirsyar nagre û wan binbar nake. Nimêja ku kirina wê di Qur’anê de bi demê hatiye sînorkirin (Nîsa, 4/103), ji bilî wextên diyarkirî di hin gavên din de nayê kirin. Ji ber vê sedemê ye ku piştî Xwedê Teala di ayeta 102an ji sûreyê Nîsa diyar dike ku gava Misilman di rêwîtiyekê de pêrgî neyarên xwe werin dikarin nimêja xwe daxin nago qesir bikin heta qamekê jî û di ayeta 103an de jî wekî sebeb cih daye hukmê ku li jor derbas bû.
Uzrên ku di Qur’anê de hatine diyarkirin û rewşên ku bi gotinên Resûlullah hatine teyîtkirin ji vê hatine îstisnakirin. Hukmekî ku îstisna be li gorî nazariyeya yên ku qiyasê qebûl dikin nabe “esl/binyad” ji bo hukmekî din. Ji ber ku dikevin bin bergeha mazeretê şertê wextê lazim nake û di wextekî din de tê kirin. Hukmekî bi sedema uzr wekî ku eda hatibe kirin ma dê çawa ji bo yên ku qesden nimêj terikandibin derbas bibe? Ev kesên han nimêjên ku ne di wextê de dikin nimêjên wan ne qeza; eda ne. Rewşa yên ku nimêjên xwe eda dikin, nabe esil ji bo nimêjên qeza.
Etiketlər: nimêj, nimêja qeza
Sıra     | Başlık | Tarih    | Okunma     |
---|---|---|---|
1 | Wekî ‘îbadeta rojiyê ma çima di nimêjê de jî qeza tuneye? | 15.03.17 | 876 |
2 | Zarokê ku piştî kirina nimêjê razê û îhtilam bibe ma divê wê nimêjê dîsa bike? | 16.03.17 | 920 |
3 | Nexweşê giran dê çawa nimêj bike? | 20.03.17 | 805 |
4 | Ma em dikarin di dewsa sunnetan de nimêjên qeza bikin? | 21.03.17 | 1.101 |
5 | Ji dêvla nimêjên sunnet mirov qezayên xwe bike | 22.03.17 | 879 |
6 | Ma fermana bi kirina ‘îbadetê, qezakirina wê jî di xwe de nahewîne? | 27.03.17 | 913 |
7 | Ma qezakirina nimêjê li ser yên ku bi zanebûn nimêjê diterikînin ne ferz e? | 28.03.17 | 901 |
8 | Ma qezakirina nimêjê heye? | 07.03.17 | 1.145 |
9 | Madem piştî rabûna ji xewê jî tê kirin, ma em ê çima ji bo nimêja sibehê hişyar bibin? | 08.03.17 | 872 |
10 | Derfeta ku ez li kargehê nimêj bikim tuneye ma divê ez çi bikim? | 09.03.17 | 862 |
11 | Nimêjên ku min nekirine ma ez dikarim êvarî li malê bikim? | 14.03.17 | 869 |