Fetwayen Kurdi
Lihevhelalkirin çawa pêk tê?

Lihevhelalkirin çawa pêk tê?

Pirs: Heke yek bibêje heqê xwe li min helal bike, yê li hember jî bersiva vê nede ma wî kesî heqê xwe helal kiriye?

Bersiv: Lihevhelalkirin, bi gotinê bi tenê nabe. Heq çi be tê gotin; gava deyn hebe û were dayin heke aliyê din heqê xwe helal meke jî lihevhelalkirin pêk tê.

Gava zirar û ziyan ji holê ranebe û were gotin “heydê heqê xwe helal bike” aliyê din ya dê ji mecbûrî tengê xwe neke yan jî digel ku ji dil û can helal nake jî dê bibêje “helal be”. Lihevhelalkirineke wisa ku aliyê din bixe rewşeke zor û zehmet, nabe lihevhelalkirin.

Tiştê rewa ji bo mirovê Misilman ku destdirêjiya mafê tu kesî meke. Heke bike jî ji wî kesî li xwe bide helalkirin, ji wî gunehê xwe tobe bike û bexşandina xwe bixwaze. Ya herî girîng ku mirov cehd û xebatê bike da ku bibe ji bendeyên ku dê Xwedê Teala li axretê hemî gunehên wan bibexşîne.