Fetwayen Kurdi
Ma ez dikarim mafê xwe ji dil helal nekim?

Ma ez dikarim mafê xwe ji dil helal nekim?

Pirs: Dema karsazê ku ez li cem dixebitim karekî bi min dide kirin an jî min diqehirîne dibêje ku “heqê xwe helal bike.” Vê yekê gelek caran dike. Ji ber ku karsazê min e ez dibêjim “helal be”. Ez ji dil û can nabêjim, lê belê neçar dimînim ku bi ziman bibêjim. Heke bi vî rengî be ma heqê min lê helal dibe? Lê belê ez naxwazim lê helal bikim, ji bêgaviyê dibêjim helal be.

Bersiv: Tiştê ku karsazê we dike rast e. Dibe ku hûn qehirandibin, pir kar û xebat bi we dabe kirin. Ev tiştên normal û asayî ne. Ji ber vê yekê helaliyê ji we dixwaze. Heke bi rastî neheqî li we tên kirin, hûn bawer dikin ku mafê we tê xwarin vî tiştî rasterast û aşkere ji karsazê xwe re bibêjin. Hûn çiqas bibêjin “helal be” ew dê fêhm bike ku tiştên ew dike rast in û dê li ser xwarina mafê te berdewam bike. Ji lewra rasterast bibêjin ku “ez heqê xwe helal nakim” da ku mijar were fêhmê yan jî hiş bin qet dengê xwe mekin. Di encamê de yê ku mafê wî tê xwarin hûn in.