Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare ava ku bi karebaya qaxaç hatiye germkirin desmêj bigre?

Ma mirov dikare ava ku bi karebaya qaxaç hatiye germkirin desmêj bigre?

Pirs: Malên ku ez lê dibim mêhvan karebaya qaxaç dixebitînin. Ez naxwazim ava wan a germ bikar bînim. Heke ez bixebitînim ma ez dibim gunehkar?

Bersiv: Di xetidandina ava wan a germ de tu guneh ji we re tuneye. Ne hûn; ew ji kirinên xwe berpirsyar in. Lê belê hewl bidin ku hûn bi zimanekî munasib ji wan re rave bikin ku ev kirina wan heram e, dikeve bin hukmê xwarina mafê mirovan. Ji bo şermezarkirina vê helwesta wan heke hûn neçin mala wan û vê yekê bi awayekî aşkere ji wan re bibêjin, hûn karekî rind dikin. Wekî din divê hûn mirovên bi vî rengî gilî bikin.