Fetwayen Kurdi
Ma mayîna keç û xortekî bi hev re di malekê de guneh e?

Ma mayîna keç û xortekî bi hev re di malekê de guneh e?

Pirs: Mayîna keç û xortekî ne zewicandî bi hev re di heman xaniyî de guneh e?  Wekî din hukmê ku mirov xaniyê xwe teslîmî mirovên wiha bike çi ye?

Bersiv: Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

Ez, çûna bi bal pîrekeke ku mehremek pê re tune be, li we qedexe dikim.” Li ser vê gotinê pîrekekê ji Ensariyan pirsî: “Ya Qasidê Xwedê! (Di derheqê eqrebayên ji bilî bav û lawan de tu nabêjî çi?)” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.” (Buxarî, Nîkah, 112; Muslim, Selam, 20 (2172).

“Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. Bila (bi tepînî) lingên xwe li erdê nedin ku êdî xişrên wan ên veşartî werin zanîn. Gelî bawermendan! Tev bi bal Xwedê ve tobe bikin da ku hûn serfiraz bibin.”[1]

Li gorî vê pîrek dikare li cem zilamên ku li jor behsa wan hat kirin, rûnê û serê xwe veke. Ji bilî van, li cem birayên zilamê xwe yan jî li cem xizmên zilam ên din, pîrek nikare cihên xwe yên mehrem vebike. Lê ne qedexe ye ku bi wan re biaxive û selamê li wan bike. Dema girtî be, dikare derkeve pêşberî wan. Bi şertê ku çarçoveya xwegirtinê neyê binpêkirin, xeberdana bi zilamên ji bilî yên ku li jor navê wan derbas bûn, ne qedexe ye. Tiştê hatiye qedexekirin ev e, ku pîrek di cihekî girtî de bi wan re bi tena serê xwe bimîne.

Çawa ku divê misilman ji heramiyê birevin, herwiha divê ku xwe ji rêyên mirov dibin heramiyê jî biparêzin. Dema Xwedê Teala bi taybetî jî gunehê mezin qedexe dike ferman dike ku “nêzî wan nebin” û “ji wan dûr bimînin.”

Di derbarê zinayê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[2]

Dûrmayin jî encax ku mirov di navbera xwe û wan de mesafeyekê bihêle pêkan e û jixwe ji vê re jî seddî zerayî‘ tê gotin.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1032

Mirovê sêyem dema bi zanîn xaniyê xwe teslîmî însanên wiha bike bi sedema ku wî derdor ji gunehê wan re temin kiriye ev dibe alîkarî ji bo kirina guneh. Di der barê vê yekê Xwedê Teala wiha ferman dike:

Kî di karekî baş de navcîtiyekê bike, ji wî pareke wî jî heye. Kî di karekî nebaş de navcîtiyekê bike, ji wî re jî parek heye. Xwedê li ser her tiştî desthilatdar e.[3]

Di qencî û teqwayê de arîkariya hev bikin, li ser gunehkarî û zêdegaviyê arîkariya hev mekin.”[4]



[1] Nûr, 24/30-31.

[2] Îsra, 17/32.

[3] Nîsa, 4/85.

[4] Maîde, 5/2.