Fetwayen Kurdi
Ma lazim e ku şahidên nîkahê Misilman bin?

Ma lazim e ku şahidên nîkahê Misilman bin?

Pirs: Ma şert e ku şahidên nîkahê Misilman bin?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ezebên xwe û ji esîrên xwe yên mêr û jin ên munasib jî bizewicînin. Eger ew xizan bin, Xwedê ji kerema xwe dê wan dewlemend bike. Xwedê xwedanê keremeke berfireh e û zana ye.” (Nûr, 24/32)

Vê ayetê, peywira zewicandinê daye temamê Misilmanan. Tiştê bingehîn di zewacê de merasîma nîkahê ye. Ji ber vê yekê divê ku di wê merasîmê de qederulîmkan girseyeke mezin ji Misilmanan li wir amade bin da ku her yek ji wan vê fermana Xwedê Teala bînin cî. Ji vê bonê divê nîkah di merasîmeke ku Misilman lê hazir bin were bîrin, temamê wan bibin şahide vê bûyerê.

Pêkan e ku kesên xeyrimuslim jî beşdarî merasîma nîkahê bibin. Lê belê heta derfet hebe divê ku nîkah di huzûra komeke ji Misilmanan de were birîn.

Li gorî ku ji Muhemmedê kurê Hatib el-Cumehî hatiye ragihandin, wî wiha gotiye: Resûlullah (s.a.w) wiha kerem kiriye:

Cudahiya sereke ya di navbera nîkaha helal û ya heram de lêdana defê û îlankirina zewacê/nîkahê ye.” (Tirmizî, Nîkah, 6; Îbn Mace, Nîkah, 20; Nesaî, Nîkah, 72)

Li gorî ku ji dayika bawermendan ‘Eyşeyê hatiye ragihandin (x.j.q) wê wiha gotiye: Resûlullah (s.a.w) wiha ferman kiriye:

Nîkahê bi dizî nebirin, îlan bikin. Mîna mizgeftê li cihên şênî bikin. Da ku nîkah were zanîn jî li defê bidin.” (Tirmizî, Nîkah, 6)