Fetwayen Kurdi
Ma çêr û dijûn rojiyê dişkînin?

Ma çêr û dijûn rojiyê dişkînin?

Pirs: Heke mirov bi rojî be û dijûnan bide yekî ma rojî dişkê?

Bersiv: Dijûn, rojiyê naşkîne; lê belê xêra rojiyê dibe! Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de armanca rojiyê wiha diyar kiriye: 

Gelî bawermendan! Ew Rojî, çawa ku li ser umetên beriya we hatibû ferzkirin, her wiha li ser we jî hatiye ferzkirin. Dibe ku hûn xwe biparêzin.” (Beqere, 2/183)

Li gorî vê ayetê, bawermendê ku rojî digre divê ku ji demên din zêdetir xwe ji gunehan biparêze.  Hedîseke ku ji Nebiyê me (s.a.w) hatiye ragihandin wiha ye:

Hinek mirov hene ku fêdeya wan ji rojîgirtinê bi tenê birçûbûn û tîbûn e.” (İbn Mace, Siyam, 21)

Madem hûn bi rojîgirtinê fermaneke Xwedê Teala tînin cî; wê gavê divê hûn ji tiştên ku Wî qedexe kirine jî xwe dûr bigrin.

Hedîseke din a ku ji Nebiyê me (s.a.w) hatiye riwayetkirin wiha ye:

Rojî, mertalek e. Mirovê bi rojî, bila gotinên kirêt mebêje. Bila ji kesê ku dixwaze pê re li hev xe, dijûnan bide re bibêje: ‘Ez bi rojî me, ez bi rojî me’ û pê re li hev nexe.” (Buxarî, Sewm, 2; Muslim, Siyam, 164)

Em tewsiye dikin ku hûn nivîseke me ya di der barê nirxên dînî û siruştî yên ku divê bawermendê rojî digre bi dest bixwe, ji lînka jêr bixwînin:

www.suleymaniyevakfi.org/ramazan-ve-oruc/firsatlar-ayi-ramazan.html