Fetwayen Kurdi
Dayina xwînê rojiyê betal dike?

Dayina xwînê rojiyê betal dike?

Pirs: Dayin/bexşandina xwînê, rojiyê betal dike?

Bersiv: Tiştên ku rojiyê dişkînin; xwarin-vexwarin û têkiliya cinsî ye. Dayina xwînê, ne ji rewşên ku rojiyê bişkîne.

Ji sehabiyan ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas ragihandiye ku Qasidê Xwedê di îhraman de digel ku bi rojî jî bû hicam kiriye ango xwîn ji xwe berdaye (Buxarî, Sewm, 32; Muslim, Hec, 11)

Li gorî ku ji hedîsê jî diyar e, ne rojî ne jî îhram ji bo xwîndayinê nabin astêng.