Fetwayen Kurdi
Çilkên çav, guh û bêvilê rojiyê betal dikin?

Çilkên çav, guh û bêvilê rojiyê betal dikin?

Pirs: Ma çilkên çav, guh û bêvilê rojiyê betal dikin?

Bersiv: Naxêr betal nakin. Lewra ev dermanan nagihîjin mîdeyê. Heta gelek ji van dermanan têkilî xwînê ango nakevin nav jî. Bi tenê dilopên ku ji rêya difnê ve tên bikaranîn pêkan e hinek jê tevlî xwînê bibin. Lê belê ev jî rojiyê xera nake. Çilkên çav û guh jî (wekî hetwana ku di bedenê de tê dayîn) zêdetir bandorê li cihê ku tê xebitandin dikin. Dermanên topikal (herêmî) yên bi vî awayî hema çi bigre qet têkilî xwînê nabin. Bi kurtasî ev dermanan rojiyê betal nakin.

Çavkanî: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi/Kovara Kitêb û Hîkmetê, Temmuz-Eylül Tîrmeh-Îlon 2015, Jimar: 10, rp: 21.