Nexweşên gurçikê dê çawa rojiyê bigrin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Rojî Tarih: 22 Haziran 2017

Pirs: Ma nexweşên gurçikê yên ku divê zor caran avê vexwin dikarin rojiyê bigrin?

Bersiv: Temamê nexweşên gurçikê, ne hewce ye ku her gav avê vexwin. Heta hin nexweşên gurçikê hene ku vexwarina avê li wan tê hacîrkirin. Lê belê di rewşên bi taybetî jî nexweşên ku di gurçika wan de ber heye û yên ku gurçika wan bi îtihab e tê tewsiyekirin ku gelek caran avê vexwin. Armanc jî zêdekirina mîqdarê mîzê ye (ji van nexweşên han tê xwestin ku di hundirê 24 saetan de herî kêm 1-1,5 lître mîz bikin). Ji bo vê jî divê ku mîqdarê şilaviya ku di gurçikê de ye bê zêdekirin. Heke na, ewqas mîz dernakeve der. Ji ber vê sedemê ye ku nexweşên ber di gurçika wan de heye yan jî bi îltihab e di rojê (24 saetan) de herî kêm divê lître tiştên mayî vexwin. Encax di rewşeke wiha de pêkan e ku 1-1,5 lître mîz were derxistin. Lewra nêzî 2 lître av ji bo hewcedariyên bedenê tên xebitandin (beşek jê jî bi rêya rovî û nefesê tê derxistin). Tiştê mayî jî bi awayê mîzê derdikeve der.

Çima li hin nexweşên gurçikê tê tewsiyekirin ku pir caran tiştên mayî vexwin? Lewra mîqdarê ku di gurçikê de dewrîdaîm bibe çiqas pir bibe mîqdarê mîzê jî ewqas zêde dibe. Wekî robarê ku debiya wê zêde bibe û kevir û kokên darê bi xwe re bibe, mîza ku mîqdarê wê zêde dibe jî ber, qum û îltihaba di gurçikê de bi xwe re diajo. Di encamê de jî ev maddeyên ku tên ajotin bi rêya mîzê derdikevin der.

Tiştê herî girîng ji bo zêdekirina mîzê, mîqdarê ku di hundirê 24 saetan de ji tiştên mayî (av, dew, şîr, şorbe û hwd) tê vexwarin. Gava ku ev mayîyên han di gavekê de jî werin vexwarin dibe ku heman fêdeyê pêk bîne. Ji ber vê ye ku heke nexweş di navbera dema fitar û paşîvê de mîqdarê kafî ji tiştên mayî vexwe, pirsgirêk dernakeve (herî kêm divê ku di rojê de mîqdarê mîzê danexin binê lîtreyekê). Ji bo bidesxistina vê armancê jî;

1) Divê ku di dema fitarê de bêhtir xwarinên mayî tercih bike,

2) Heta dema paşîvê serê her saetê qedeheke avê vexwe,

3) Di paşîvê de jî tiştên mayî gelek werin xwarin û vexwarin.

Bi kurtasî divê ku ji dema fitarê heta wexta paşîvê (digel xwarina fitar û paşivê jî) nêzî 2,5-3 lître ji tiştên mayî bixwe û vexwe. Ev rewş, -heke rewşeke awarte tunebe- derketina lîtrekeye mîz ji bo 24 saetan misoger dike. Lê belê heke nexweşiya emelî û tayê û hwd. hebe divê mirov hinekî bêhtir ji tiştên mayî bixwe û vexwe. Heke ev, bi sedema verşê û hwd. ji ber sedemên cur bi cur nayê kirin an jî rewşeke ku divê bi rêya demarê serûm were dayîn hebe –di vî hal– mirov dikare rojiya xwe taxîr bike, ango piştî meha Remezanê rojiya xwe bigre.

Çavkanî: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi/Kovara Kitêb û Hîkmetê, Temmuz-Eylül Tîrmeh-Îlon 2015, Jimar: 10, rp: 18-19.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma rojîgirtina nexweşên ku tedawiyê dibînin mehzûr e? 29.06.16 1.062
2 Ma xebatkarên keştiyê dikarin rojiya xwe piştre qeza bikin? 17.05.18 485
3 Ma muayeneya li cem bijîşkê jînekolog rojiyê dişkîne? 05.06.18 367
4 Rojî çi ye? Ma hûn dikarin tarîfa wê bikin? 06.06.16 1.179
5 Gelo hebên bin zimên digihîjin mîdeyê û rojiyê dişikînin? 30.06.16 1.081
6 Ma kesê ji ber tîbûnîyê bêtaqet bikeve dikare rojiya xwe bixwe? 17.05.18 416
7 Ma vereşîn rojiyê dişkîne? 06.06.18 345
8 Niyet çi ye? 07.06.16 1.124
9 Erbabê pîşeyên giran dê çawa rojiyê bigrin? 29.05.17 842
10 Ma rojiya kesê bi cenabet qebûl dibe? 18.05.18 414
11 Ma nimêja terawîhan bid‘et e? 07.06.18 354
12 Niyeta rojiya remezanê kengî û çawa tê anîn? 08.06.16 1.056
13 Ma di navbera rojiya me û rojiya miletên berê de cudahî heye? 30.05.17 849
14 Ma mirov dikare temamê rojiya xwe di xew de derbas bike? 18.05.18 440
15 Ma di Remezanê de nêçîr qedexe ye? 08.06.18 316
16 Di rojiya sunnet de, herî dereng heta kengî niyet tê anîn? 09.06.16 1.196
17 Cezayê kesê ku rojiya xwe dixwe çi ye? 31.05.17 957
18 Kesê rojî negirtibe dê çi bike? 21.05.18 387
19 Ma bikaranîna banda nîkotînê rojiyê dişkîne? 11.06.18 364
20 Ma girtina rojiya meha remezanê li kê ferz e? 13.06.16 1.146
21 Ma çêr û dijûn rojiyê dişkînin? 01.06.17 873
22 Kesê ji ber sedemekî meşrû rojî negre ma lazim e ku pereyan bide? 22.05.18 437
23 Ma meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin?  12.06.18 325
24 Hûn dikarin di heqê çaxa balixbûnê de agahiyê bidin? 14.06.16 1.144
25 Ma bikaranîna dermanên inhalasyonê rojiyê dişkîne? 12.06.17 907
26 Kesên di karê giran de dixebitin ma dikarin rojiyê negrin? 23.05.18 413
27 Çima xêra rojiya 6 rojan ji meha Şewwalê biqasî rojîgirtina salekê ye? 06.05.19 124
28 Gelo hikmetê ferzbûna rojiyê çi ye? 15.06.16 1.073
29 Dayina xwînê rojiyê betal dike? 13.06.17 781
30 Kesê di Remezanê de derdikeve tetîlê ma dikare rojiya xwe piştre qeza bike? 24.05.18 456
31 Ma pîreka bi rojî dikare li tama xwarinê binêre? 07.05.19 145
32 Ma di rojiyê de rabûna paşîvê pêwîst e? 17.06.16 1.142
33 Kişandina ultrason, rontgen û tomografiyê rojiyê dişkîne? 14.06.17 790
34 Kesên bê mazeret rojî nagrin ma îsyankariya Xwedê dikin? 25.05.18 415
35 Ma jina ducanî û ya şîr dide zarokê dê rojiyê bigrin? 08.05.19 144
36 Di rojiyê de divê em rîayeta kîjan welatî bikin? 20.06.16 1.101
37 Ma ultrason, rontgen û tomografî rojiyê dişkîne? 15.06.17 761
38 Ma mirov dikare di rojiyê de avê di dev û pozê xwe wernede? 25.05.18 446
39 Ma cûtina benîşt rojiyê dişkîne? 13.05.19 146
40 Gelo rojî heta şevê an jî heta êvarê tê girtin? 21.06.16 1.093
41 Rakirin an jî tedawiya diranan rojiyê betal dike? 16.06.17 810
42 Ma kesê bêyî îradeya xwe verşê dikare rojiya xwe bişkîne? 28.05.18 403
43 Ma nexweş û kal-pîrên ku nikarin rojiyê bigrin divê çi bikin? 14.05.19 147
44 Nexweşên tedawiya kemoterapiyê dibînin, ma lazim e ku rojiyê bigirin? 22.06.16 1.174
45 Tedawiya lavman rojiyê betal dike? 19.06.17 829
46 Ma nexweşên ku divê rojê sê caran derman bixwin dikarin rojiyê negrin? 29.05.18 416
47 Ma xwarina îlaca texîrkirina dema heyzê bi mebesta girtina rojiyê caiz e? 16.05.19 123
48 Nexweşên diyabetê, gelo lazim e ku di meha Remezanê de rojî bigrin? 23.06.16 1.155
49 Çilkên çav, guh û bêvilê rojiyê betal dikin? 21.06.17 748
50 Ma tedawiya bi rêya hiperbarikê rojiyê dişkîne? 30.05.18 459
51 Kesê meyê vedixwe ma dikare rojiyê bigre? 17.05.19 129
52 Nexweşiya min a mîdê heye, divê ez îlacan bixwim. Ma dibe ku ez rojiyê negirim? 24.06.16 1.108
53 Nexweşên gurçikê dê çawa rojiyê bigrin? 22.06.17 899
54 Kefaretê rojiyê di kîjan rewşan de tê dayin? 31.05.18 435
55 Nexweşên şekir, tansiyon, migren û hwd. ma divê ku rojiyê bigirin? 27.06.16 1.151
56 Gava jin bikeve kirasa ma rojiya wê betal dibe? 16.05.18 469
57 Ma rabûna paşîvê di rojiya nafîle de şert e? 01.06.18 420
58 Kesên ku êşa serî dikişînin gelo dikarin rojiyê bigirin? 28.06.16 1.074
59 Ma mirov dikare di rojiyê de serê xwe bîşû? 16.05.18 420
60 Pîreka ku nikare rojiyê bigre ma caiz e ku li kargehê xwarinê bixwe? 04.06.18 375