Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku ehkamên Qur’anê dîrokî ne?

Ma rast e ku ehkamên Qur’anê dîrokî ne?

Pirs: Gelo mirov dikare angaşt bike û bibêje ku hedên di Qur’anê de derbas dibin, dîrokîne ango ji bo demekê ne û ne ji bo hemî deman in?

Bersiv: Dîrokîbûna ehkamên Qur’anê, di roja me ya îroyîn de zêdetir bi wateya mirov bipejirîne ku Pêxember (s.a.w) di demeke ji tarixê li erdnigariyekê desthilatdar bûye yan jî li cihekî wiha bîrewerekî bi bandor bûye û Qur’ana Pîroz jî mîna pirtûkeke ku di wê tarîx û erdnigariyê de hin sazî pêk aniye, bijmêre û qebûl bike. Ev angaşt, ji ber ku rewaciya ehkamên Qur’anê yên ku heta qiyametê dê li ser piya bin, ji holê radike û xelelê dixe têgeha “Pêxemberê paşîn ji Pêxemberan”, nayê qebûlkirin. Angaşta dîrokbûna ehkamên Qur’anê û saziyên wê yên ku nesix nebûne, bi tu awayan nayê qebûlkirin.