Fetwayen Kurdi
Ma turnûvayên werzîşê yên bi xelat qumar e?

Ma turnûvayên werzîşê yên bi xelat qumar e?

Pirs: Turnûvaya futbolê tê lidarxistin. Yên serkeftî û yên binketî jî ucretê didin. Lê belê di dawiya turnûvayê de ji bo tîmê ku dibe qehreman hin perû hene. Ên ku vê musabeqeyê lidar dixin vî pereyî didin. Beşdarbûna turnûvayên ku bi vî rengî tên organîzekirin û -di rewşa serkeftinê de- girtina xelatê gelo dikeve bin hukmê qumarê?   

Bersiv: Temamê kirinên ku lîstikvan pere/mal datînin meydanê û di dawiya lîstikê de yê ku bi ser ketiye dibe xwediyê wî mal/pereyî, navê wê çi dibe bila bibe qumar e, ji ber vê yekê jî heram e.

Lê belê heke kesekî sêyem ango sazgêr xelatê dêne meydanê û di dawiya turnûvayê de yê ku bi ser bikeve wê xelatê (pere/mal) bigre, wê gavê ne hearm e; helal e.

Divê ku turnuva li gorî vê bên lidarxistin.