Diravên ku di iddiayê de ji min çûne heke qezenc bikim, dikarim bikar bînim?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qumar Tarih: 01 Ağustos 2017

Pirs: Ez bi 35 lîreyan beşdarî lîstika bi navê “İddaa”yê bûm. Bi rêya malpereke diyar min lîst, ji min çû. Piştre min 30 lîre kar kirin. Hîn 5 lîre zirara min heye. Ma ez dikarim vî pereyî bikar bînim?

Bersiv: Lîstika “İddiaa” û yên mîna wê qumar e. Lîstina bi qumarê û bidesxistina karê jê heram e. Ji lewre hatina ku bi wê rêyê (30 lîre) hatiye bidesxistin nayê xebitandin. Bêyî hêviya tu tiştekî divê ku li jar û feqîran were belavkirin.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş