Fetwayen Kurdi
Ez bi keçên xwe re bi lîstika ladesê dilîzim. Ma lades jî qumar e?

Ez bi keçên xwe re bi lîstika ladesê dilîzim. Ma lades jî qumar e?

Pirs: Ez bi keçên xwe re bi lîstika ladesê dilîzim. Ma lîstika ladesê jî qumar e?

Bersiv: Temamê kirinên ku lîstikvan pere/mal datînin meydanê û di dawiya lîstikê de yê ku bi ser ketiye dibe xwediyê wî mal/pereyî, qumar e.

Ji bo paşeroja zarokên xwe vedandin û dûrxistina wan ji vê lîstikê gelekî girîng e. Qumar a ku ji gunehên mezin e û gelek xûyên nebaş yên wekî wê, di demên zarokatiyê de ji mirov re dibin kurm. Xwedê Teala ferman dike ku em xwe ji gunehan û bi taybetî jî ji gunehên mezin biparêzin:

Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.” (Nîsa, 4/31)

Ew bawermendên ku ji gunehên mezin û ji fehşîtiyan xwe diparêzin û dema ku ew hêrs dibin jî efû dikin.”( Şûra, 42/37)