Fetwayen Kurdi
Di dema me de cezayê zinayê, dê çawa bê tetbîqkirin?

Di dema me de cezayê zinayê, dê çawa bê tetbîqkirin?

Pirs: Hedên ku di Îslamê de hene, gelo li cihên ku esas û qanûnên Îslamî tê de nameşin, dê çawa bên tetbîqkirin? Mîna hedê dizî, zinayê û hedê bêbextiya zinayê, kesê ku bixwaze li vê dinyayê cezayê xwe bikişîne, divê çi bike?

Bersiv: Di dema Pêxember de (s.a.w) zilamek, sûcê xwe yê zinayê îtiraf dike. Qasidê Xwedê dar dixwaze. Darekî şikandî tînin. Dibêje “Bila yekî çêtir be.” Yekî nû tênin, girêkê wî nehatibû teraş kirin. Dibêje “Bila ji vî siviktir be.” Darekî rast û nerm tînin. Qasidê Xwedê ferman dike û bi dar li wî zilamî dixin. Piştre wiha dibêje:

Gelî însanan! Êdî dem hatiye hûn xwe ji sînorên ku Xwedê danine biparêzin. Kî pisiyekê ji wan pisiyan bike, bila xwe bi paçikê Xwedê, binixumîne. Lewra yê ku rûyê xwe şanî me bide, em ê Kîtaba Xwedê li ser tetbîq bikin.”[1]

Îfadeya “Kî pisiyekê ji wan pisiyan bike, bila xwe bi paçikê Xwedê, binixumîne.” Bi wateya bila tobe bike û xwe rast û durist bike. Lewra tobe, ku mirov dev ji guneh berde û rastkirin jî tê mena ku êdî mirov li wî gunehî venegere û meke. Eger mafê yekî li ser meriv hebe, heta ku mirov wî heqî lê venegerîne meriv xwe rast nekiriye.

Babeta ku li jor derbas bû, di derbarê dema Pêxember (s.a.w) de ya ku hemî ehkamên Qur’anê bi temamî dihatin tetbîqkirin. Li cihên ku derfeta tetbîqkirina ehkamên Qur’anê tune be, mirov dê tobe bike û xwe rast û durist bike. Lewra tu rêyeke din tune ye.



[1] Muwetta, Hudûd, 2/12.