Fetwayen Kurdi
Ma rojname dikare xwendevanên xwe bi rêya kuponan bibe ‘umreyê?

Ma rojname dikare xwendevanên xwe bi rêya kuponan bibe ‘umreyê?

Pirs: Rojnameyekê par ji kiryarên xwe 100 kes birin heccê. Kesên dê biçin heccê bi pişkê hatin diyarkirin. Her kesê ku 49 kupon kom kiribe dikaribû beşdarî vê pişkê bibûna. Di vê rêxistinê de ma tu mehzûrek heye?

Bersiv: Eger xwendevan ji bo wan kuponan tu pereyekî din nedabe ango sirf bihayê rojnameyê dabe, di vê de tu mehzûrek tuneye. Diyarkirina 100 kesên ku dê biçin hecê bi rêya çîtikê, vê rêxistinê nake lîstikên siûdê, qumarê. Lê belê heke ev rêxistin bi dayîna tiştekî zêdeyî ji bihayê rojnameyê bê lidarxistin, wê demê ev dibe organizasyoneke qumarê.