Fetwayen Kurdi
Ma amadekirina projeyan bo belavbûna lîstika “İdda”yê caiz e?

Ma amadekirina projeyan bo belavbûna lîstika “İdda”yê caiz e?

Pirs: Ez bernameyên kompûterê amade dikim. Pêşnûmayeke nû hate hişê min. Ev pêşnûma,  platformeke teknîkî ye ji bo lîstika “İddaa”yê. Ango pêşnûmayeke ku dike ev lîstin di kanalên cur bi cur de were lîstin. Ez dihizirim ku vê projeyê bifroşim, lê belê bi sedema ku lîstina iddayê ji aliyê dînî ve qedexe ye gelo heram e ku mirov projeyeke wiha bifroşe rêveberên iddayê yan helal e?  

Bersiv: A ku hûn behsa wê dikin ne lîstikeke adetî; êşa serê gel, maka gunehan û qumar a ku Xwedê Teala bi awayekî teqez heram kiriye. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku yekî Misilman bibe navgîn ji bo belavbûna qumarê û di encama wê de bibe alîgir ku gel pê bixire. Li berevajî vê divê ku hûn ked û xebatê bikin da ku temamê cureyên qumarê ji holê rabin, tune bibin. Em bi bîr dixin ku hûn berê projeyên xwe bidin kar û xebatên bi xêr û bêr û dibêjin ku divê hûn ji ber fikr û ramanên şaş yên bi vî rengî xwe biavêjin penaha Xwedê.

Çawa ku ne caiz e mirovê Misilman bi qumarê bilîze, her wiha ne caiz ku ji bo lîstina qumarê jî bibe navgîn û alet. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Kî di karekî baş de navcîtiyekê bike, ji wî pareke wî jî heye. Kî di karekî nebaş de navcîtiyekê bike, ji wî re jî parek heye. Xwedê li ser her tiştî desthilatdar e.”(Nîsa, 4/85)

Di qencî û teqwayê de arîkariya hev bikin, li ser gunehkarî û zêdegaviyê arîkariya hev mekin.”(Maîde, 5/2)