Fetwayen Kurdi
Ji bo dayîna deynên xwe ma ez dikarim beşdarî lîstikên siûdê bibim?

Ji bo dayîna deynên xwe ma ez dikarim beşdarî lîstikên siûdê bibim?

Pirs: Ji bo dayîna deynên xwe ma ez dikarim beşdarî iddia û hwd. ji lîstikên siûdê bibim?

Bersiv: Lîstikên siûdê heram in. Ji bo dayîna deynên xwe, divê ku hûn berê xwe nedin heraman. Xwedê Teala di sûreyê Înşîrah de wiha ferman dike:

Bi rastî digel her tengasiyê firehiyek heye.

Bi rastî digel wê tengasiyê firehiyeke din jî heye.

Nexwe dema ku tu vala bûyî, biweste (dest bi karekî din bike).

Û bi tenê berê xwe bide rêya ku diçe bi bal Perwerdegarê te ve.” (Înşîrah, 94/5-8)

Li gorî van ayetan divê ku em her gav bixebitin, dema em karekî xelas bikin divê em berê xwe bidin şuxlekî din û pêbaweriya xwe bi tenê bi Xwedê bînin. Heke em li gorî van fermanan tev bigerin Xwedê Teala mizgîniya ku dê hêsaniyê bexşî bike, dide.

Ji ber vê yekê tu carî xwe nêzî heramiyê mekin. Sebir bikin û gelekî bixebitin. Wekî din jî ji Xwedê Teala dua û lava dikin da ku vê rewşa zor û zehmet  bi rewşeke hêsan biguherîne.