Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare ji yekî xeyrimuslim qurbanî/boraqê bikire?

Ma mirov dikare ji yekî xeyrimuslim qurbanî/boraqê bikire?

Pirs: Ma mirov dikare ji xeyrimuslimekî heywana boraqê yan jî para qurbaniyê bikire?

Bersiv: Kesê ku heywanên ji bo boraqê difiroşe, ne lazim e ku Misilman be. Ya pewîst, heywana ku tê firotin munasib be ji bo gorîkirinê û temamê hevparên boraqê bi niyeta îbadetê wê bikirin. Piştî ku mirov bala xwe da van xalan, bêyî ku firoşker ka Misilman e yan na, mirov dikare boraqê bikire.