Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 19 Eylül 2017

Pirs: Ma îfadeya esatîru’l-ewwelîn ya ku di çend ayetan de dibore bi wateya “çîrokên pêşiyan” e?

Bersiv: Terkîba “أَسَاطِيرُ الْأَوَّلِينَ = esatîru’l-ewwelîn” di Qur’anê de 9 caran dibore. Ev terkîb, di berhemên tefsîr û wergerên Qur’anê de bi awayê “çîrokên pêşiyan” tê watebarkirin. Bêjeya “أَسَاطِيرُ”, bi qalibê lêker û nav di 16 cihan de derbas dibe. Ev bêje, ji herfên “s-t-r=س ط ر ” pêk tê. Rewşa wê ya lêkerî “سَطَرَ” ye û bi wateya “hîzakirina tiştekî, sefkirina tiştekî” ye. Li ser meseleyê ev bêje bi awayê mecazî, ji bo “avakirina avahiyekê bi hîza, çandina daran bi hîza” tê bikaranîn. Bêjeya “مُصَيْطِر” ya ku ji heman kokê hatiye çêkirin jî di Qur’anê de di wateya mecazî de ye û bi awayê neyînî di wateya “kesên mirovan dixe hîzayekê, sef bi wan dide girtin” tê xebitandin.

Wateya “nivîsandinê” jî gengaz e ku bi sedema bi nivîsandinê “herf dikevin hîzayekê, rêzkirina wan bi awayekî watedar” her wekî ku sef bi wan hatibe girtin. Lewra wateya “birêkûpêkirin, hîzakirin” di bêjeyên “الْمِسْطَرَة” de ya bi wateya “rastekê” ye, “المَسْطَرين” ya ku bi wateya “kevçik”e, “السَّاطوُر” ya ku bi wateya “kêra qesab” e, “السَّطْر” ya ku bi wateya “hîzaya di metin de, qor” e, “المُسَيْطِرُ” ya ku bi wateya “mirovê ji çavdêrî û birêkûpêkirina yekî berpirsyar e” yên ku ji heman kokê hatine çêkirin de jî hene.

Xebitandina di Qur’anê de jî, vê wateya bingehîn ji bo lêkerê ditekizîne. Heke em rêza nuzûlê ango daketine sûreyan bidin ber çavan, ev bêje cara yekem di ayeta pêşî de ji sûreyê Qelem dibore. Ev di heman demê cihê yekem e ku bêje bi qalibê lêkerî cî digre. Di ayetê de sond bi qelem û tiştê ku bi qelem hatiye nivîsandin tê xwarin (وَالْقَلَمِ وَمَا يَسْطُرُونَ), bi vî awayî têkiliya “سَطَرَ” lêkerê bi qelem re bi awayekî zelal hatiye diyarkirin. Ji xwe bêjeya “أَسَاطِيرُ” ya ku di ayeta 15an de ji sûreyê Qelem derbas dibe jî di vê wateyê de ye. Tiştê ku di tefsîran de di der barê ayeta yekem ji sûreyê Qelem “وَمَا يَسْطُرُونَ” de tê gotin, bo diyarkirina wateya bingehîn ya bêjeyê tesbîtên girîng in.

Îfadeyên ku di tefsîran de di der barê (وَكِتَابٍ مَسْطُورٍ) –ayeta duyem ji sûreyê Tûr- diborin jî muhîm in. Tefsîrzan bi gelemperî ji bo bêjeya “مسطور” a ku rengdêra kelîmeya “kitab”ê ye, wateya “nivîsandî = مكتوب” didin. Îfadeya “وَكِتَابٍ مَسْطُورٍ” di wateya derbasî rêzan bûye, ango kitêba ku hatiye tomarkirin, parastin e. Lewra di ayeta paş de “فِي رَقٍّ مَنْشُورٍ”  qala vî karî ango behsa malzemeyên tomarkirin û derbaskirina rêzan tê kirin. Kelîmeya “قِرْطَاسٍ / قَرَاطِيسَ” ya ku di Qur’anê de du caran hatiye bikaranîn jî malzemeyê ku di tomarkirina wehyê de tê xebitandin îfade dike.

Di der barê “كَانَ ذَلِكَ فِي الْكِتَابِ مَسْطُورًا” de ya ku di du ayetan de derbas dibe de jî şîroveyên li gorî wateya bingehîn ya bêjeyê hatine kirin. Tefsîrzan ji bo bêjeya “مَسْطُور” ya ku di herdu ayetan de derbas dibe wateya “hatiye nivîsandin” didin.  Heta ji bo îfadeya “كَانَ ذَلِكَ فِي الْكِتَابِ مَسْطُورًا” ya ku di ayetê de dibore, qala qiraet/xwendineke  bi vî awayî “كان ذلك عند الله مكتوبا” dikin. Ev xwendin divê ku bi awayê şîrovekirina ayetê be.

Lê belê di ayetên ku bêjeya “أَسَاطِيرُ” ya ku ji heman kokê hatiye çêkirin de û watebarkirina wê di pirtûkên tefsîr û wergerên Qur’anê de bi awayê “meselok, çîrokan” gelekî balkêş e. Bêje 9 caran di Qur’anê dibore. Pêkan e ku bi sedema ku -ji bilî yekê- temamê sûreyên ku ev bêje di wan de derbas dibe Mekkî ne û hizra ku li Mekkeyê ehli kitêb tunene bandor li watebarkirina vê bêjeyê kiribe. Wergera ayeta 4 û 5an ji sûreyê Furqan -ji sûreyên ku ev bêje tê de derbas dibe- wiha ye:

Ew ên bûne kafir gotin: ‘Ev (Quran), Muhammed ji cem xwe ve li ser navê Xwedê lêaniye û civakeke din jî arikariya wî kiriye.’ Bi rastî jî ew ketine zilm û derewkariyê. Wan wiha jî gotin: ‘Ev, yên ku di rêzikên ên berê de ne; daye nivîsandin, vêca sibeh û êvarê tê hînkirin.’”

Di ayeta 4an de qala kesên ku dibêjin tiştên ku Resûlullah teblîx dike ne wehya Xwedê ye û bi arîkariya hin kesên din vê derdixe holê ango ew dibêje “Xwedê ji min re wehî kir” û ji mirovan re dixwîne, dike. Wekî din ev kes wiha jî dibêjin “ev, yên ku di rêzikên ên berê de ne”, ya ku Resûlullah teblîxî wan dike ji aliyê hin kesan ve sibeh û êvarê li ser tên xwendin. Ango li gorî angaşta wan Resûlullah guh didêre piştre wan dide nivîsandin. Tê gotin ku lêkera “اكْتَتَبَ” bi wateya nesixkirin û dannivîsandinê ye. Lewra hin tefsîrzan di şîroveya vê ayetê de dibêjin ku kesên ku di ayetê de behsa wan hatiye kirin bi vî awayî  îtiraz dikirin: “Muhemmed van tiştan ji ber ehli kitêban îstinsax dike, ji wan dixwaze ku tiştê di berhemên wan de ne jê re bên nivîsandin.”

Ayeteke din a ku bêjeya “أَسَاطِيرُ” tê de dibore wiha ye:

Dema ku ayetên Me ji wan re tên xwendin, dibêjin: ‘Erê me bihîst; heke em bixwazin em jî dikarin weke van bibêjin. Ev, bi tenê ji yên ku di rêzikên ên berê de ne pêk tê.” (Enfal, 8/31)

Di ayeta jorîn de qala hin kesên ku gava ayetên Qur’anê ji wan tên xwendin dibêjin ev ne tiştekî nû ye, berî vê jî me ev bihîstiye, heke em bixwazin em jî dikarin heman tiştan bibêjin, dike. Lewra di dewama wê de dibêjin ayetên ku li ser wan tên xwendin di rêzikên ango berhemên yên beriya wan de hatine tomarkirin. Ew wiha dihizirin: Ayetên ku li ser wan tên xwendin ne wehya Xwedê Teala ya bi bal Muhemmed ve ye; wî ew ji berhemên berê berhev kirine. Lewra di ayeta paş de diyar dibe ku li gorî fikir û baweriya wan ayetên ku li ser wan tên xwendin ne peyxameke nû ye.

Wekî encamê rûyekî îtiraza li Resûlullah, ji van îtirazên jêr pêk dihat: Ya ku tu dibêjî em dizanin, ev di berhemên berê de jî hene, tu tiştekî nû nabêjî, jixwe tiştê ku em dizanin û madem tu tiştê li ber destê me ye dubare dikî çima em qîmetekî din bidin te û bibin peyrewê te. Di esasê xwe de îtiraza van kesan, ji aliyê wan ve dibe îtirafa bi wesfê museddiqtiyê ji bo Qur’an û Muhemmed (s.a.w).

JÊDER: Fatih Orum, Tasdik Tebyin ve Nesih, Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê (Süleymaniye Vakfı Yayınları), Stenbol, 2016, rp: 105 û piştî wê.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 717
2 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 630
3 Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn? 20.12.17 844
4 Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê? 01.02.18 566
5 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 687
6 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 645
7 Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? 21.12.17 651
8 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 721
9 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 625
10 Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin 22.12.17 618
11 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 805
12 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 599
13 We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye? 26.12.17 684
14 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 864
15 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 658
16 Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro? 27.12.17 637
17 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 762
18 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 634
19 Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin? 04.01.18 656
20 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 679
21 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 600
22 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 648
23 Ma duayên di Qur’anê de gotinên Xwedê ne? 05.01.18 602
24 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 724
25 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 661
26 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 634
27 Gelo di dema berhevkirina Qur’anê de tu mudaxeleyek çêbûye? 09.01.18 601
28 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 741
29 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 682
30 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 653
31 Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye? 10.01.18 558
32 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 743
33 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 695
34 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 652
35 Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye? 11.01.18 641
36 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 681
37 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 679
38 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 568
39 Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye? 15.01.18 618
40 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 728
41 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 618
42 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 671
43 Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye? 16.01.18 580
44 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 719
45 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 648
46 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 550
47 Ma di ayeta yekem ji sûreyê ‘Eleq de emrê bi xwendina çi hatiye kirin? 17.01.18 670
48 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 821
49 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 623
50 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 631
51 Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin? 19.01.18 627
52 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 657
53 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 719
54 Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin? 18.12.17 629
55 Ma divê em ayeta 19an ji sûreyê Hedîd çawa fêhm bikin? 30.01.18 624
56 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 790
57 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 721
58 Ma divê tîpa “dad”ê çawa bê xwendin? 19.12.17 514
59 Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e? 31.01.18 511