Fetwayen Kurdi
Ma mijara zewacê di Qur’anê de çima digel dîlên cengê (cariyeyan) tê vegotin?

Ma mijara zewacê di Qur’anê de çima digel dîlên cengê (cariyeyan) tê vegotin?

Pirs: Gelo di Qur’an mijara zewacê çima digel dîlên cengê (cariyeyan) tê vegotin?  Ango li gorî ku hûn dibêjin heke bêyî hebûna marê sûdwergitina cinsî ji wan nabe, wê gavê çima di ayetê de di dewsa gotina “yên ku din bin destê we de ne” îfadeya “jinên we” nehatiye gotin?  Di encamê de ji bo jiyana mêr û jinantiyê heke mar pêwîst be û ev mar jî hatibe birîn, ma ne lazim e ku bêjeya “jin” an jî “jinan” were bikaranîn, ma çima di şûna vê de bi awayê “yên ku din bin destê we de ne” hatiye vegotin?

Bersiv: Bi sedema ku îstifadekirina ji zayendîtî û pîrektiya dilên cengê yên jin -bêyî hebûna marê- bi awayekî belavbûyî tê qebûlkirin Qur’an bi taybetî li ser vê mijarê radiweste. Digel ku gelek caran  di ayetan de hatiye diyarkirin ku bêyî hebûna marê ev ne pêkan e, li holê  ye bê ka îro Misilmanan çawa di vê şaşiyê de tifaq kirine.

Li aliyê din Qur’an, mijara zewaca bi cariyeyan re, bi dayîna fîdyeya wan -wekî rêyekê- da ku bigihîjin azadiya xwe qebûl dike; lê belê digel vê jî zewaca bi wan re şîret nake. (Bnr: Nîsa, 4/25) Lewra zewaca bi mebesta dayîna fîdeyeyê, dibe ku bextewariyê neyîne.

Heke hûn li ayetên têkildar mêze bikin hûn ê bibînin ku di mijara zewacê de pêşane ji hin tiştan re hatiye dayîn:

  1. Di serî de jinên bawermend yên bi namûs divê ku bên tercîhkirin. Mirovê ku dixwaze bi cariyeyeke bawermend re bizewice, heke hêz û qaweta wî ya ku wê azad bike hebe, wekî ku Pêxemberê me (s.a.w) bi diya me Safiyye re tev geriyaye divê ku wê azad bike û pê re bizewice. (Nîsa, 4/25)
  2. Ên ku qaweta wan a ku bi yeka bawermend a bi namûs re bizewice tune be, dikarin bi cariyeyên bawermend re bizewicin. (Nîsa, 4/25)
  3. Zewaca bi yeka xeyrimuslim re di rêza sêyem de ye. Zewaca bi cariyeyeke bawermend re li ser yeka xeyrimuslim tê tercîhkirin. (Beqere, 2/221)
  4. Zewaca bi cariyeya xeyrimuslim re herî dawî tê tewsiyekirin. (Beqere, 2/221 û Nûr, 24/3)
  5. Yên ku zina kirine û tobe nekirine, xwe serast nekirine bi tenê dikarin bi yên wekî xwe zina kirine re yan jî bi yên muşrik re dikarin bizewicin. (Nûr, 24/3)

Ji ber temamê van sedeman e ku mijara zewacê digel dilên cengê (cariyeyan) tê veegotin.

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin serî li nivîsa me ya ku di navnîşana jêr de ye bixin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/guncel/savas-esirleri-ve-cariyelik.html