Destdana Qur’anê û desmêj?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 03 Ekim 2017

Pirs: Ma ji bo destdana Qur’anê şert e ku mirov bi desmêj be?

Bersiv: Ji bo xwendin, guhdarkirin û destdana Qur’ana Pîroz, ne lazim e ku mirov bi desmêj be yan jî desmêj bigre. Lewra li gorî ayeta 6em ji sûreyê Maîde ya ku terîfa desmêjê dike û li gorî hedîsên Pêxember (s.a.w) ên sehîh, girtina desmêjê ne ji bo xwendin an jî destdana Qur’ana Pîroz, belbî ji bo nimêjkirinê şert e. Hukmê ku di berhemên “‘Ilmihalan” de derbas dibe ku: “Destdana Qur’ana Pîroz, bê desmêj ne durist e.” ‘emel pê nayê kirin. Lewra hedîsên di derbarê wê de zeîf in.

Di meseleyeke wiha girîng bi hedîsên zeîf helal an jî heram nayê diyarkirin.

Di der barê di dema xwendina Qur’anê de divê çi were kirin Xwedê Teala ayeteke serbixwe hinartiye û wiha ferman kiriye:

Çi dema te dest bi xwendina Qur’anê kir, vêca xwe bi Xwedê ji şeytanê recîm biparêze.” (Nehl, 16/98)

Wekî ku tê dîtin di dema xwendina Qur’anê de ji bilî xweparastina bi Xwedê tu fermaneke din nehatiye kirin.

Kesên ku dibêjin ji bo destdana Qur’anê desmêj şert e, ev ayeta han “Ji yên hatine paqijkirin pê ve tu kes nikare dest bidê.” (Waqîe, 56/79) delîl digrin û dibêjin ku mebest ji îfadeya yên hatine paqijkirin jî, yên bi desmêj in. Halbukî dema bi balkêşî ev ayet bi ayetên pêş û paş re were xwendin, dê bê dîtin ku di wir de ne behsa destdana Qur’anê bi desjmêj tê kirin. Li berevajî vê qala tiştekî din tê kirin. Ayetên têkildar wiha ne:

Naxêr! Ez bi cihê wan stêran sond dixwim ku -heke hûn bizanibin ev, sondeke pir mezin e- bê guman ev, Qur’aneke pir birûmet e di kitêbeke parastî (Lewhul Mehfûzê) de ye. Ji yên hatine paqijkirin pê ve tu kes nikare dest bidê. Ew ji aliyê Rebbê alemê ve hatiye hinartin.” (Waqîe, 56/75-80)

Gava ku ev ayet digel ayetên têkildar were xwendin -wekî Fexreddîn Razî jî bi awayekî rast destnîşan kiriye- diyar dibe ku di ayeta 79an de ne behsa Mushefa ku îro di destê me de ye; qala makametna ku di Lewhul Mehfûzê de hatiye tomarkirin, dike. Ayetên li jêr vê yekê destnîşan dikin:

Bi rastî ev kitêba ku ji te re hatiye wehîkirin, Qur’aneke qedirbilind e di Lewhul Mehfûzê de parastî ye.” (Burûc, 85/21-22)

Hatiye diyarkirin, Qur’ana ku eslê wê di Lewhul Mehfûzê hatiye parastin bi tenê yên hatine paqijkirin ango melek dikarin dest bidinê. Jixwe ev, nêrîna ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas, ji tabiîyan Seîdê kurê Cubeyr û ‘Ikrime ye jî. İmam Maturidî jî di tefsîra xwe de tercîha vê nêrînê kiriye.

Lewra îfadeya “la yemessuhu” (لَا يَمَسُّهُ) ya ku di ayetê de derbas dibe, ne bi wateya “bila dest nedinê” ango ne nehi û qedexe ye; di wateya “nikare dest bidê” ango îbareyeke nefyê ye ku neyêniyê îfade dike.

Wekî din jî li gorî rêzimana zimanê ‘Erebî, heke ev îfade bi wateya nehyê bûna dê îrabeyê wê ne -wekî ku îro di Mushefa di destê me de- “la yemessuhu” (لَا يَمَسُّهُ) bûna. Dê la yemseshu (لَا يَمْسَسْهُ) an jî la yemessehu (لَا يَمَسَّهُ) bûna.

Mîna ku diyar dibe derxistina hukmê ku di destdana Qur’anê de divê mirov bi destmêj be -wekî ku bi awayekî belavbûyî di kevneşopiyê de tê gotin- ji aliyê rêzimana zimanê ‘Erebî ne pêkan e.

Heke em ji aliyê riwayetan li meseleyê mêze bikin rewşeke cuda ji ya li jor borî dernakeve holê. Li ser meseleyê ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin, carekê Pêxember (s.a.w) ji avrêjê derket, xwarin jê re hatibû amadekirin. Ên li wê derê gotin ku “Ji bo girtina desmêjê em ji te re avê bînin?” Pêxember (s.a.w) wiha bersiva wan da: “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê.”

Pêxember (s.a.w) bi gotina “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê” îşaretî bi bal ayeta 6em ji sûreyê Maîde “Gelî bawermendan! Dema we xwest hûn nimêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişon…” ve kiriye û îfade kiriye ku fermana bi girtina desmêjê, ji bo nimêjê ye. Ne ji bo tu tiştekî din e.

Heke ji bo destdana Qur’anê desmêj şert bûna dê bigota: “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê û gava dest bidim Qur’anê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê.

Jêder: Yahya Şenol, “Bize Soruyorlar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Ocak-Mart 2016, Jimar: 12, rp: 98-99.

 

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 503
2 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 442
3 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 431
4 Gelo di dema berhevkirina Qur’anê de tu mudaxeleyek çêbûye? 09.01.18 389
5 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 534
6 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 443
7 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 420
8 Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye? 10.01.18 370
9 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 530
10 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 454
11 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 410
12 Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye? 11.01.18 411
13 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 425
14 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 434
15 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 342
16 Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye? 15.01.18 378
17 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 455
18 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 421
19 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 454
20 Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye? 16.01.18 338
21 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 462
22 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 405
23 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 332
24 Ma di ayeta yekem ji sûreyê ‘Eleq de emrê bi xwendina çi hatiye kirin? 17.01.18 392
25 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 496
26 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 405
27 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 399
28 Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin? 19.01.18 362
29 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 448
30 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 470
31 Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin? 18.12.17 359
32 Ma divê em ayeta 19an ji sûreyê Hedîd çawa fêhm bikin? 30.01.18 330
33 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 545
34 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 460
35 Ma divê tîpa “dad”ê çawa bê xwendin? 19.12.17 335
36 Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e? 31.01.18 287
37 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 455
38 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 396
39 Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn? 20.12.17 509
40 Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê? 01.02.18 337
41 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 459
42 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 395
43 Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? 21.12.17 382
44 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 499
45 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 423
46 Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin 22.12.17 394
47 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 506
48 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 391
49 We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye? 26.12.17 396
50 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 502
51 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 418
52 Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro? 27.12.17 432
53 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 461
54 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 424
55 Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin? 04.01.18 412
56 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 462
57 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 395
58 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 370
59 Ma duayên di Qur’anê de gotinên Xwedê ne? 05.01.18 367