Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 05 Ekim 2017

Pirs: Hînî me kirin ku “Qur’an 6.666 ayet e.” Lê belê min jimart; 6.236 ayet derket! Bi rastî Qur’an çend ayet e û ev jimara 6.666an ji ku tê?

Bersiv: Di der barê jimara ayetên Qur’anê de di nav zanyaran de hin cudahî derketine holê. Hin sedemên vê cudahiyê  hene. Ev jî; ji aliyê hin kesan ve qebûlkirina hin cihan wekî dawiya ayetê, besmeleyên di destpêka sîreyan de û jimartin an jî nejimartina Ya-Sîn, Ha-Mîm, Elîf-Lam-Ra û hwd. ji  hurûfê muqette’ wekî ayetên serbixwe, qebûlkirina hin ayetên ku di Mushefê de wekî ayetekê cî girtine bi du yan jî sê ayetan û wekî din in.

Alimên ku pêgirên mezhebê Besra, Kûfe, Mekke û Medîneyê ne di der barê jimara ayetên Qur’anê de nerînên ji hev cuda avêtine holê.

Li gorî İmam Nafî’ –yê ku pêşiyê alimên Medîneyê ye– Qur’an 6.217, li gorî Şeybeyê Îbn Nisah –yê ku ji paşiyan e– 6.214, li gorî Ebû Ce’fer 6.210 ayet e.

Li gorî Mekkiyan jimara ayetan 6.219 an jî 6. 220, li gorî alimên Şamê 6. 220, li gorî zanyarên Besrayê 6.205, li gorî alimê Kûfeyê jî 6.236 ayet e.

Ji tefsîrzanan Zemexşerî angaşt kiriye ku Qur’an 6.666 ayet e, jixwe di nav gel de herî pir ev nerîn belav bûye.

Lê belê mushefa ku îro li ber destê me ye û ya ku di cîhana Îslamê de herî zêde meşhûr e li gorî rêbaza Kûfeyê hatiye amadekirin û di wê her wekî ku her kes bi awayekî hêsan dikare hesab bike ji 6.236 ayetan pêk tê. Tê ragihandin ku ji Xelîfeyan Eliyê kurê Ebû Talib jî wiha difikirî.  (Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: Hasan Keskin, “Âyetlerin Sayısı Hakkındaki İhtilaf Nedenleri”, Cumhuriyet Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, 2009, c: 13, jimar: 2, rp: 49-67)

Sedemê cudahiya jimara ayetan li jor hat ravekirin. Ev nayê wateya ku Qur’ana di destê Kûfiyan de ye ji aliyê metnê ve ji ya li ber destê Mekke, Şam an jî ya Besriyan e cuda ye! Her kes li gorî rê û rêbaza xwe; lê belê li ser heman Qur’anê şîroveyên xwe kirine. Ji ber vê yekê bi nihêrtina li cudahiya jimara ayetên Qur’anê – li gorî mezhebên cuda– mirov nikare angaşt bike ku di mushefa îro di destê me de ye zêdeyî yan jî kêmayî heye.

JÊRDER: Yahya Şenol, “Fetvalar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Ocak-Mart 2015, Yıl: 2, Jimar: 8, rp: 54.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 124
2 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 51
3 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 122
4 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 96
5 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 131
6 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 53
7 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 87
8 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 62
9 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 95
10 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 52
11 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 102
12 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 48
13 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 98
14 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 40
15 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 85
16 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 38
17 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 89
18 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 30
19 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 86
20 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 19
21 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 75
22 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 14
23 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 86
24 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 19
25 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 76
26 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 16
27 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 73
28 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 16
29 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 67
30 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 119
31 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 62