Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 16 Ekim 2017

Pirs: Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin?

Bersiv: Ayetên 45 û 46an ji sûreyê Alî Îmran wiha ne:

Rojekê melayîketan ji Mereyê re gotin: Meryemê! Xwedê bi gotineke[1] ji cem xwe mizgîniyê dide te. Navê wî Mesîh e; Îsayê kurê Meryemê. Ew ê hem li dinyayê hem jî li axretê bibe yekî rûmetdar û ji yên nêzî Xwedê. Ew ê di dergûşê de û di navseretiyê de jî bi mirovan re bipeyive û ew ê bibe ji salihan.”

Xwedê Teala her mirovî, da ku bibe ji qenc û salihan wiha afirandiye, lê belê qîmeta yên ku şaşiyan dikin daxistiye. Sûreyê Tîn wiha ye:

1) Bi hejîr û zeytûnê,

2) Bi çiyayê Sînayê,

3) Bi vî bajarê ewle sond dixwim ku,

4) Bi rastî jî Me însan di şeklê herî rind û tekûz de afirandiye.

5) Paşê (ji ber kirinên xerab) Me ew daxist cihê herî nizm.

6) Yên bawerî anîne û emelê salih kirine cuda ne. Ji wan re perûyeke qut nabe heye.

7) Hey însan, êdî ew çi ye ku hîn jî te ji vî dînî bêbawer dike?

8) Erê, ma Xweda ne mikûmtirîn fermanrewan e.

Hişyariya ku li temamê mirovan hatiye kirin, li Îsa aleyhisselam û tekevê pêxemberan jî hatiye kirin:

Bibêje: ‘Gelî nezanan! Ma hûn li min emir dikin ku ez ji bilî Xwedê îbadeta tiştekî din bikim?’ Bi rastî bi bal te ve û bi bal pêxemberên beriya te e wiha hatiye wehîkirin: ‘Heke tu (ji Xwedê re) şerîkan çêkî, karên te dê pûç bibin û tu dê bibî ji yên xesirî.’ Naxêr; bi tenê ji Xwedê re îbadetê bike û bibe ji şukirdaran. Wan qedrê Xwedê bi awayekî ku layîqî Wî be negirt. Hal ev e ku roja qiyametê erd tev di destê Wî de ye. Asîman jî li rastê Wî li hev pêçandî ye. Ew, ji tiştên ku ji Wî re dikin şerîk pak û bilind e.”  (Zumer, 39/64-67)

Ji bîr meke, Me ji temamê pêxemberan peyman girt. Ji te, ji Nûh, ji Îbrahîm, ji Mûsa û ji Îsayê kurê Meryemê…  Me ji her pêxemberekî sozeke mikûm û giran  girt. Da ku ji rastgoyan pirsa rastiya wan bike û ji kafiran re jî ezabekî cansoj amade kiriye.” (Ehzab, 33/7-8)

Bi sedema ku Îsa aleyhisselam berê wefat kiriye di Qur’anê de di der barê wî de pesn û wesfê wî tê dayîn. Lê, ji ber ku di dema hinartina Qur’anê de Muhemmed aleyhisselam hîn li jiyanê bû divê ku em van gotinên wî û ayet li jêr baş fêhm bikin:

Ji Ensarîyan Ummu’l-Ala dibêje ku: Gava ji bo Muhaciran pişk hat kişandin ‘Usmanê kurê Mez‘ûn para me ket. Me ev li malên xwe bi cî kir. Piştre bi nexweşiya ku tê de jiyana xwe ji dest da ket. Dema mir hat şûştin û di kincên xwe de hat kefenkirin. Muhemmed alehisselam ket hundir. Di wê wextê de min got ku: ‘Ebû Saib! (leqeba ‘Usmanê kurê Mez‘ûn e)’ Xwedê rehma xwe li te bike. Bi rastî ez şahid im ku Xwedê îkrama te kiriye.’ Li ser vê, Muhemmed aleyhisselam wiha got: ‘Tu çi zanî ku Xwedê îkrama wî kiriye?’ Min got ku, “Ey Qasidê Xwedê, bavê min bi qurbana te be, ma Xwedê dê îkrama kê bike?” Muhemmed aleyhisselam ferman kir ku: “Belê, rastiya ku qet reva jê tuneye gihaştê. Bi Xwedê, ez ji bo wî her hêviya xêrê dikim. Lê belê, digel ku ez Qasidê Xwedê me jî, ez nizanim ka çi li pêşiya min e.

Ummu’l-Ala got ku: Wellahî piştî vê, êdî min tezkiya kesekî  nekir.” (Buxarî, Cenaiz, 3)

Ayetek wiha ye:

Bibêje: Ez ne pêşîvanê qasidan im; ez nizanim dê çi ji min û çi ji we jî bê kirin. Ez tenê didim pey wehya ku ji min re tê. Ez bes hişyarkerekî aşkere me.” (Ehqaf, 46/9)

Ji bo pirs-bersiveke têkildar ji kerema xwe re serî li navşîna jêr bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=4163

[1] “Gotin”, Îsa aleyhisselam e. Bi sedema ku bi fermana Xwedê “bibe” bê bav ji diya me Meryemê çêbûye, ev nav girtiye. Ayeta 47an me ji vê agahdar dike.

 

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 425
2 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 434
3 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 342
4 Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye? 15.01.18 378
5 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 455
6 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 421
7 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 454
8 Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye? 16.01.18 338
9 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 462
10 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 405
11 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 332
12 Ma di ayeta yekem ji sûreyê ‘Eleq de emrê bi xwendina çi hatiye kirin? 17.01.18 392
13 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 495
14 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 405
15 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 399
16 Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin? 19.01.18 362
17 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 448
18 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 470
19 Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin? 18.12.17 359
20 Ma divê em ayeta 19an ji sûreyê Hedîd çawa fêhm bikin? 30.01.18 330
21 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 545
22 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 460
23 Ma divê tîpa “dad”ê çawa bê xwendin? 19.12.17 335
24 Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e? 31.01.18 287
25 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 455
26 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 396
27 Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn? 20.12.17 509
28 Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê? 01.02.18 337
29 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 459
30 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 395
31 Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? 21.12.17 382
32 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 499
33 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 423
34 Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin 22.12.17 394
35 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 506
36 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 391
37 We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye? 26.12.17 396
38 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 502
39 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 418
40 Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro? 27.12.17 432
41 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 461
42 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 424
43 Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin? 04.01.18 412
44 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 462
45 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 395
46 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 370
47 Ma duayên di Qur’anê de gotinên Xwedê ne? 05.01.18 367
48 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 503
49 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 442
50 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 431
51 Gelo di dema berhevkirina Qur’anê de tu mudaxeleyek çêbûye? 09.01.18 389
52 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 534
53 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 443
54 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 420
55 Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye? 10.01.18 370
56 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 530
57 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 454
58 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 410
59 Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye? 11.01.18 411