Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 18 Ekim 2017

Pirs: Hûn ayeta 4em ji sûreyê Îbrahîm, ne wekî wergerên Qur’anê yên din werdigerînin. Gelo ji zayanên Îslamê yên berê heta niha kesekî kumîna we ew ayet fêhm kiribe heye?

Bersiv: Me, ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wiha wergerandiye:

وَمَا أَرْسَلْنَا مِنْ رَسُولٍ إِلَّا بِلِسَانِ قَوْمِهِ لِيُبَيِّنَ لَهُمْ فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ

Me her qasidek bi zimanê gelê wî şand, da ku ji wan re bi awayekî zelal rave bike. Vêca Xwedê, kî jirêderketinê hilbijêre wî rêşaş û kî jî hîdayetê tercîh bike wî di rêya xwe de qebûl dike. Yê hêzdar Ew e, yê biryara rast dide Ew e.[1]

Ev meala ku me da vê ayetê, piştî nêzî 8 salan me bi kêfxweşiyeke mezin tesbît kir ku Îmam Maturîdî jî wiha meal dayê. Maturîdîyê ku di sala 333ê Hicrî (944ê Miladî) de wefat kiriye, ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wiha tefsir kiriye:

لِيُبَيِّنَ لَهُمْ فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ: أي يضلُّ اللّهُ مَن آثر سبب الضلال و يهدي مَن آثر سبب الذي به يهتدي ، يهدي ذلك. وقال قائلون: فيضلُّ اللّهُ مَن يَشَاء وَيَهْدِي مَن يَشَاء، هذا حكم الله أن يضل المكذبين و يهدي المصدقين. لكن الوجه فيه ما ذكرنا بدءً أنه يضل من آثر سبب الضلال ويهدي من يشاء، أي من آثر سبب الإهتداء.

“Xwedê, kî rêşaşiyê hilbijêre wî ji rê derdixe, kî jî rêya hîdayetê tercîh bike dibe ser hîdayetê. Hinekan ji bo ayeta (فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ) gotine ku “Ev, biryara Xwedê ya di derbarê kesên biderewînin wan ji rê derxe, yên ku rast bidêrin jî wan bîne ser rêya hîdayetê.” Lê belê rastî, ya ku me got. Ango Xwedê, kesê sebebê (rêya) delaletê tercîh bike ji rê derdixe, kesê sebebê (rêya) hîdayetê jî tercîh bike tîne ser hîdayetê.”[2]

Raxib el-Isfehanî jî gotiye ku gelek zanayên ‘ilmê kelamê, wateya “erade” (اراد) ango xwestinê dane lêkera “şae” (شاء) ya di vir û di gelek ayetên din de dibore.[3] Nexwe Îmam Maturîdiyê ku di sala 333ê Hicrî de wefat kiriye, ne ji wan zanayên ‘ilmê kelamê yên ku Raxib behsa wan kiriye. Lewra wî ew wate nedaye vê bêjeyê. Lê belê peyrewên Maturîdî ji zanayên mezhebê eqîdeya Maturîdî, li berevajî Îmam Maturîdî wateya (îradeyê) ango “xwestinê” dane vê bêjeyê. Ev jî bi rastî tiştekî sosret e û mirov di heyretê de dihêle.

Di wergera Tirkî ya Serokatiya Karên Dînî, di wergera Weqfa Dîyanetê de û her wiha di tefsîra bi navê “Kur’an Yolu Tefsiri” ya ji aliyê Dîyanetê ve hatiye amadekirin û di meala Elmalılı Muhemmed Hamdi Yazır de (فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ) digel hin cudahiyên hûr hema çi bigire bi vî awayî “Êdî Xwedê kê bivê ji rê derdixe, kê jî bivê têne hîdayetê” hatiye wergerandin.

Eger Xwedê kê bivê ji rê derxe û kê jî bivê bîne ser rêya rast, wê gavê çima qasid ango pêxemberan bişîne? Di vê rewşê de çi wate dimîne ku qasid bi zimanê wî gelî bi awayekî zelal rave bike? Karekî wiha bê mane û ne di  cî de ma bi wî Xwedayê ku “biryara rast dide” dikeve? Îfadeyên ku nakokî di wan de hebin, ma dibin ku gotina Xwedê bin?

Henefî, xwe ji peyrewên mezhebê Maturîdî dibînin. Mîna ku tê dîtin dûrketina mezheban di nava kûrahiya dîrokê de ji rêya sereke, wergerên Qur’anê jî kirine bê wate.

Ji bo kesên dixwazin di derheqê vê mijarê de agahiyên berfirehtir bidest bixin, em tewsiye dikin ku nivîsa me ya bi sernavê “Kur’an’da İrade, Şey ve Fıtrat” bixwînin. Nivîs, di navnîşana jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kuranda-irade-sey-ve-fitrat.html

[1] Îbrahîm, 14/4.

[2] Ebû Mensûr Muhemmedê kurê Muhemmedê el-Maturîdî, Te’vîlâtü’l-Kur’ân, thq: Hatice Boynukalın, Daru’l-Mîzan, Stenbol 2006, VII, 458.

[3] Bnr: Raxib el-Îsfehanî, el-Mufredat, ” شيء” ş-y-e.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 86
2 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 19
3 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 77
4 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 16
5 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 74
6 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 16
7 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 67
8 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 119
9 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 62
10 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 124
11 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 51
12 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 122
13 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 96
14 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 131
15 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 53
16 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 87
17 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 62
18 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 95
19 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 52
20 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 102
21 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 48
22 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 98
23 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 40
24 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 85
25 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 38
26 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 89
27 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 30
28 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 86
29 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 19
30 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 75
31 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 14