Fetwayen Kurdi
Di huqûqa Îslamê de cezayê tecawuzkirinê çi ye?

Di huqûqa Îslamê de cezayê tecawuzkirinê çi ye?

Pirs: Li gorî Qur’ana Pîroz û suneta rast û durist, cezayê kesê ku tecawuz bike çi ye? Ango di dînê Îslamê kîjan ceza lê tê birîn?

Bersiv: Kesekî wiha sê cezayên cuda jê re hene:

Cezayê zinayê: Ew jî lêdana sed darî û qedexebûna zewaca bi yeka bi namûs re. Ev kesê han heta xwe bi temamî rast meke, nikare bi yeka bawermenda bi namûs re bizewice. Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Jin û mêrê zinaker her yekî ji wan sed darî li wan bidin. Eger hûn bi Xwedê û roja axretê bawerdar in, di (tetbîqa hukmên) dînê Xwedê de bila di biwara wan de hestê merhemetê, we negire! Bila ji bawermendan civatek hazirî cezayê wan bibe. Zilamê zinaker, tenê bi jineke zinaker re yan jî bi jineke muşrik re dikare bizewice. Jina zinaker jî tenê mêrekî zinaker yan jî mêrekî muşrik dikare wê mahr bike. Ew li ser bawermendan hatiye heramkirin.”[1]

Lê belê ew ên ku piştî vê, tobe bikin û rewşa xwe rast û durist bikin, ew cuda ne. Vêca birastî Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.[2]

Cezayê êrîşkirinê: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn ceza bidin, bi qasî ya ku li we hatiye kirin ceza bidin. Eger hûn xwe ragirin, helbet ew ji sebirkêşan re hê çêtir e.”[3]

Sûcê ku di vir de hatiye kirin ji ber ku tiştekî heram e hemkûfiya di cezayê de ne mumkin e. Yanî ne pêkan e ku mirov bi qasî wê, ceza bidê. Ji ber vê yêkê divê mirov tiştekî ku têkeve şûna wê lê bibire. Yanî cezayê ziyanê lê bibire. Ew jî dayina mehreke bi qasî mehra yeka ku hemkûfê wê be.

Cezayê te‘zîrê: Eger ev kes di kirina tecawuzê de bi ser nekeve jî dîsa jî ev kirina wî bê ceza namîne. Li gorî rewşa wî, dê cezayekî din lê bê birîn. Ev jî di dest û teqdîra rayedarê dadgehê de ye. Tetbîqeke mîna vê ji Pêxember (s.a.w), em ji vê riwayetê agahdar dibin:

Ji Qasidê Xwedê (s.a.w) di derbarê fêkiyên li darê, hat pirsin: “Kesê, ji bo ku îhtiyaca wî hebûye jê xwaribe, encax tiştek nexistibe dawa xwe û nebiribe, tiştek nakeve. Kî rahêje tiştekî û bibe, dê bi du qatan vegerîne û di ser de jî ceza jî lê tê birîn.”[4]

Kesê ku fêkiyê li ser darê xistibe dawa xwe û biribe, wî sê sûc kirine. Yek li hember xwediyê fêkî, ya din li hember civatê û ya sêyem li hember Xwedê Teala. Ji bo xwediyê fêkî, tiştê ku diziye û bi qasî wî dê bide. Ango eger du kîlo dizî be, bi du kîloyan re divê ku du kîloyên din jî bide.

Vî şexsî, ji ber ku ewlehiya mal ji holê rakiriye li hember civatê sûcdar e. Cezayê vî sûcî, di destê desthilatdar û rayedaran de ye. Ev şexsê han, ji ber sûcê ku li hember Xwedê Teala kiriye, divê ku tobe bike. Di bûyera tecawuzê jî de ji ber ku ewlehiya namûsê ji holê rakiriye, cezayekî din jî lê dikeve. Ew jî di dest û teqdîra rayedar û desthilaran de ye.



[1] Nûr, 24/2-3.

[2] Nûr, 24/5.

[3] Nehl, 16/126.

[4] Ebû Dawûd, Luqata, 1.