Fetwayen Kurdi
Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye?

Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye?

Pirs: Di serdema Resûlullah de ayet li ser hestî, çerm an jî keviran dihate nivîsandin. Ji ber vê jî hilgirtina Qur’anê di bin navikê re tiştekî asayî bû. Lê belê ji bo roja me ya îroyîn gelo di der barê ku divê Qur’an di binê navikê re neyê hilgirtin tu ayet an jî hedîsek heye?

Bersiv: Ayet an jî hedîseke ku hilgirtina Qur’anê di binê navikê re yan jî danîna wê li ser rûyê erdê qedexe bike tuneye. Lê belê di civaka me de -ji bo nîşandan hurmetê –  hilgirtina Qur’anê, nan û hwd. di binê navikê re xweş nayê dîtin. Jixwe ev jî ne helwesteke şaş e.

Rêzgirtin û hurmeta bingehîn ji bo Qur’anê xwendin, fêhmkirin û emelkirin-pêkanîna fermanên wê ye.  Gava ev neyên kirin -çi bê kirin jî- peywira li pêşberî Qur’anê bi cî nehatiye.

Di der barê ku divê Qur’an çawa were xwendin de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-nasil-okumaliyiz.html