Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 20 Kasım 2017

Pirs: Dema em ayetên Qur’anê ji însanan re rave dikin, em dibêjin ku Xwedê Teala Qur’an rave kiriye û divê em jî li ser wateya bêjeyan lêkolînê bikin. Em di pirên rave û şîroveyên wateya bêjeyan de jî maneyên sereke yên ferhengan çavkanî nîşan didin. Lê belê hevalekî, piştî ku me wateya bêjeyên“muteşabih” û “şae” ji wan re rave kir, pirtûka Raxib el-Isfehanî wekî çavkanî nîşan da û îfadeyên ku piştgiriya wateya kevnar ya klasik ji bo van herdu bêjeyan dikin nîşan da. Da ku em doz û angaştên xwe îsbat bikin, em serî li zimanê ‘Erebî û ferhengan didin, di pir mijaran de (Mîna Seydayê Abdulaziz Bayındır jî di gotar û nivîsên xwe de wan ferhengan çavkanî nîşan dide) di ferhengên wiha de bêjeyên ku wateya wan hatine guhertin û xerakirin, em ê çawa îzah bikin? Ango wateya ku em didin ayetan em ê li ser çi esasî ava bikin? Eger em bibêjin ku ferheng jî xera bûne, wê gavê dibêjin madem wisa ye, çima hûn di bêjeyên din de ferhengê wekî çavkanî nîşan didin?

Bersiv: Wateya ku Qur’ana Pîroz kitêbeke ronker û diyar e, bi wateya ku rave û şîrovekirin ji aliyê Xwedê ve hatine kirin. Tiştê li me dikeve jî ku em cehd û xebat bikin da ku em van rave û şîroveyan tesbît bikin. Encax divê em vê di sînorê usûl û qaydeyekê de bikin. Di derbarê vê usûlê de em dibînin ku di Qur’anê de agahî û raveyên berfireh hene.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html

Berhevkirina ayetên muhkem û muteşabih li gorî rêz û distûra mesanîyê bi awayê ku komeke ji wateyan pêk bîne, prensîba sereke ya vê usûlê pêk tîne. Lê belê Qur’ana Pîroz bi xwe ferman dike ku dema em di navbera ayetan de pêwendiyan çêbikin, divê em bala xwe bidin hin pîvanên cuda. Ha yek ji wan pîvanan, zimanê ‘Erebî ye.

Rêya ku em mijarekê çareser bikin, ango rêya ku em di derbarê wê mijarê de komeke ji wateyan pêk bînin, di navbera gotin û wateyê de pêwendiyekê saz bikin, çêdibe. Dema em bi lefzê bêjeyê re eleqedar dibin, wateyên ku Qur’an li wê bêjeyê bar dike pir girîng in. Di vê astê de ferheng jî tên bikaranîn. Lê belê, ferheng bi tenê nabin delîl. Lewra ferheng, dibin ku hewl dabin îstilahên ku însanan pêk anîne û nêrîneke xuya di rewacê de bigrin. Ji vî aliyî ve jêgirtiyên ferhengê divê di bin kontrolê de be û dema mirov wateyê bide bêjeyan, wateya giştî ya Qur’anê bide ber çavê xwe. Mîna hin ferhengan bêjeya “qeda” ya di hedîsê ما بال الحائض تقضي الصوم ولا تقضي الصَلاة ؟ فَقَالَتْ: أحَرُورِيَّةٌ أنْتِ؟ قلت لست بحرورية ولكني أسأل. قالت كان يصيـبنا ذلك فَنُؤْمَرُ بقَضَاءِ الصَّوْمِ وَلا نُؤمَرُ  بِقَضَاءِ الصَّلاةِ derbas dibe, bi awayê ku mirov ‘îbadetekê piştî derbasbûna dema wê bike, watedar kirine. Hal ew e ku wateya rast, mirov ‘îbadetekê di dema wê de û bi awayekî tam bike.

Dr. Fatih Orum

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 85
2 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 53
3 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 139
4 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 80
5 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 50
6 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 146
7 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 70
8 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 49
9 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 143
10 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 117
11 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 40
12 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 152
13 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 73
14 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 35
15 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 111
16 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 79
17 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 28
18 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 111
19 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 69
20 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 30
21 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 120
22 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 77
23 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 22
24 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 114
25 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 60
26 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 17
27 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 101
28 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 60
29 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 108
30 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 55
31 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 103
32 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 44
33 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 90
34 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 46
35 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 102
36 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 51
37 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 91
38 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 55
39 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 95
40 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 47