Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 06 Aralık 2017

Pirs: Min bi kêf nivîsa mamoste Abdulaziz Bayındır ya bi sernavê “Kitap ve Hikmet”ê xwend. Gava min ayetên di der barê vê mijarê de xwendin, min dît ku di sûreyê Alî Îmran ayeta 48an û di sûreyê Maîde ayeta 110an de bêjeyên “Tewrat”, “Încîl” û “Kitab”ê derbas dibin. Gelo mebest ji kelîmeya “el-kitab”ê ya ku di van ayetan de çi ye? Ma ji bilî Tewratê kitêbên ku ji pêxemberên beriya Hz. Îsa re hatine dayîn in? Qertafa “el” û bikaranîna bêjeyê ne qalibê pirjimarî, bi qalibê yekjimarî jî pirtir bala min kişand. Di vê mijarê de hûn dikarin agahiyê bidin?

Bersiv: Bikaranîna bêjeya “el-Kitab”ê digel bêjeyên “Tewrat” û “Încîl”ê di ayeta 48an ji sûreyê Alî Îmran û ayeta 110an ji sûreyê Maîde, lazim didêre ku cudahiyek wê ji “kitab” a ku di sûreyê Beqere ayeta 151an de dibore, hebe. Mebest ji “el-Kitab”a ku di sûreyê Beqere ayeta 151an derbas dibe “Qur’an” e. Lê meqsed ji bêjeya “kitab”ê ya ku di ayetên din de dibore “nivîsandin” e. Bi sedema ku di ayetên têkildar de qala Îsa aleyhisselam tê kirin û kelîmeya “Încîl”ê derbas dibe, em wiha mane dikin. Li aliyê din, di hin ayetên Qur’an de tê diyarkirin ku însan, tiştê nizane bi pênûsê ango bi nivîsê (‘Eleq, 96/4-6), her wiha îfade û beyan ango rewanbêjî hatiye fêrkirin (Rehman, 55/4). Lê belê di ayetên wekî ayeta 151an ji sûreyê Beqere gava tu qerîneyek (nîşan û îşaretek) tunebe, di wateya “kitêba îlahî” de ye. Nebî ango pêxember vê kitêba îlahî tîlawet dikin, fêr dikin. Wekî din jî temamê Nebiyan, hukmên ango hîkmeta ku di kitêbên ji wan re hatine hinartin de hene jî, didin fêrkirin.

Ayetên têkildar ji aliyê me ve wiha hatine wergerandin:

Dê nivîs, zanîna rast, Tewrat û Încîlê fêrî wî (Îsa) bike.” (Alî Îmran, 3/48)

Xwedê dê wê rojê wiha bibêje: Ey Îsayê kurê Meryemê! Qencî û kerema ku Min li te û dayîka te kiribû bîne bîra xwe. Min bi canê pak piştgiriya te kiribû; hem di dergûşê de hem di navsereyî de tu bi mirovan re dipeyivî. Min nivîsandin, hîkmet, Tewrat û Încîl fêrî te kiribû. Te bi destûra Min ji heriyê peykerê teyran çêdikir û pif dikirê piştre bi destûra Min dibû teyr. Te bi destûra Min, korê ji zikmakî û nexweşê çermbelekî baş dikirin. Dîsa te bi destûra Min, mirî ji gorê derdixistin (zindî dikirin). Min tu ji zaroyên Îsraîl jî rizgar kiribû; lewra digel ku tu bi delîlên aşkere ji wan re hatibû jî yên kafir, gotibûn: “Ev ji sêrbaziyeke aşkere ye.” (Maîde, 5/110)

Da ku Em qenciyên xwe li ser we temam bikin, Me ji nav we ji bo we qasidek şand. Ew, ayetên Me ji we re dixwîne, we paqij dike, we fêrî Kitêb û hikmetê dike û we fêrî tiştê ku hûn pê nizanin dike.” (Beqere, 2/151)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 669
2 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 725
3 Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin? 18.12.17 636
4 Ma divê em ayeta 19an ji sûreyê Hedîd çawa fêhm bikin? 30.01.18 634
5 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 794
6 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 730
7 Ma divê tîpa “dad”ê çawa bê xwendin? 19.12.17 520
8 Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e? 31.01.18 521
9 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 726
10 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 640
11 Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn? 20.12.17 862
12 Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê? 01.02.18 575
13 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 697
14 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 654
15 Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? 21.12.17 661
16 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 729
17 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 634
18 Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin 22.12.17 628
19 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 813
20 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 603
21 We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye? 26.12.17 691
22 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 870
23 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 665
24 Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro? 27.12.17 646
25 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 767
26 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 641
27 Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin? 04.01.18 663
28 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 687
29 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 606
30 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 655
31 Ma duayên di Qur’anê de gotinên Xwedê ne? 05.01.18 615
32 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 731
33 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 672
34 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 639
35 Gelo di dema berhevkirina Qur’anê de tu mudaxeleyek çêbûye? 09.01.18 609
36 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 749
37 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 692
38 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 660
39 Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye? 10.01.18 566
40 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 750
41 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 703
42 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 660
43 Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye? 11.01.18 651
44 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 691
45 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 687
46 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 576
47 Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye? 15.01.18 623
48 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 739
49 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 626
50 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 676
51 Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye? 16.01.18 588
52 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 728
53 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 658
54 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 556
55 Ma di ayeta yekem ji sûreyê ‘Eleq de emrê bi xwendina çi hatiye kirin? 17.01.18 678
56 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 832
57 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 630
58 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 638
59 Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin? 19.01.18 635