Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 11 Aralık 2017

Pirs: Di sûreyê Alî Îmran ayeta 81an tê ragihandin ku Xwedê Teala ji pêxemberan peyman girtiye. Ew jî, dema qasidekî nû were û kitêba pêxemberê berê rast bidêre, pêxemberê kevn dê bi qasidê nû baweriyê bîne û jê re bibe arîkar. Lê ev rewşa li jêr aqlê min tevlîhev dike: Ma Nebî piştî wefat bikin jî bi awayekî ku em fêhm nekin, dê li vê dunyayê arîkariya qasidê nû bikin? Ji ber ku ne pêkan e di heman demê de gelek pêxemberên ku kitêb ji wan re hatine hinartin, hebin (an jî min heta niha tiştekî wiha nebihîstiye û jixwe ev ji konteksa ayetê dûr xuya dike) gava qasidê nû tê û pêxemberê berê rast didêre; ma pêxemberê kevn dê çawa arîkarya qasidê nû bike û wî tesdîq bike?

Bersiv: Em tewsiye dikin ku hûn Nivîsa li jêr bixwînin. Lewra ev nivîs, bersiveke berfireh e ji bo pirsa we:

“Temamê pêxemberan, Kitêbên îlahî yên berê tesdîq dikin. Ev, her wekî belgeyekê ye ji bo pêxemberiya wan. Ev ayet ji vî aliyî ve girîng e:

Roja ku Xwedê peyman ji pêxemberan girt, ji wan got: Dema Min Kitêb û hîkmet da we, paşê qasidek ji we re bê û ya ku bi we re ye jî rast bidêre, teqez divê hûn baweriyê pê bînin û piştevaniya wî bikin.” (Alî Îmran, 3/81)

Mîsak/peymana ku di ayeta jorîn de derbas dibe, peymana ku bi navgîniya pêxemberan ji civakên wan hatiye girtin. Mirovan, bi baweriya bi Kitêba di destê xwe de ev peyman dane. Ev peyman, ji bo yên bi kitêbeke îlahî girêdayî ne û li benda hatina pêxemberekî ne dema pêxemberekî ku kitêba di destê wan de rast didêre hat bar û berpirsyariya bawerî û piştevaniya wî li wan bar dike. Ji ber vê berpirsyariyê ye ku li ehlikitêban şîret hatiye kirin ku nebin yên di serî de wî mandel dikin. (Beqere, 2/41) Dîsa ji ber vê ye ku hatiye ragihandin heke baweriyê bi qasidê ku Kitêba di destê wan de ye rast didêre baweriyê bînin, dê du qat xêr û sewab ji wan re were dayîn. (Qeses, 28/54) Ev berpirsyarî, ji bo temamê ehlikitêbên ku hîn bi Qur’anê bawerî neanîne re heye. Bikaranîna bêjeya resûl di ayetê de divê ku girîngiyeke wê ji vî aliyî hebe. Lewra mirov, peymana ku bi Kitêba îlahî ya di destê wan de dane hem bi rêya pêxemberekî hem jî bi rêya resûlekî ku Kitêba Xwedê teblîx dike dikarin bînin cih.

Resûlê ku kitêba di destê wan de ye rast didêre, ji bo kesên ku ne hevdem û muxatebên Qasidê Xwedê ne, mirovên ku Qur’anê radigihîn in. Ev, di encamê de tê wateya ku yê tesdîq dike Qur’an e. Di rastiyê de jî pêxemberê ku kitêb jê re hatiye dayîn, bi sedema ku bi wesfê resûltiyê kitêbê radigihîne yê museddiq hem resûl hem jî kitêb bi xwe ye. Ev herdu ayet vê yekê didin nîşandan:

Di dawîyê de ji cem Xwedê kitêba ku ya di destê wan de rast didêre hat. Berê jî hêvî dikirin ku bi vê li hemberî kafiran dê pêşiya wan vebibe. Vêca çi dema ew Qur’ana ku wan berê pê dizanî ji wan re hat, ew mandele kirin, êdî laneta Xwedê  li wan kafiran be!” (Beqere, 2/89)

Çi dema ji cem Xwedê qasidekî ku kitêba di destê wan de ye rast didêre ji wan re hat, komek ji yên ku Kitêb ji wan re hatiye dayîn her wekî ku nizanibin kitêba Xwedê di ser guhê xwe re diavêjin.” (Beqere, 2/101)

Dema em li ser herdu ayetên jorîn bihizirin, diyar dibe ku bêjeya kitab û resûl bi heman wateyê ne. Lewra hatina “qasidekî ku kitêba di destê wan de ye rast didêre”, encax bi Kitêbê guncav e.  Li gorî ku qasid kitêbê radigihînin (Maîde 5/67, 92; Nehl 16/35, 82; E’raf 7/62, 68, 79, 93; Hûd 11/57; Ehqaf 46/23; Ehzab 33/39), hatina wan, tê wayeta hatina kitêbê ango rîsaletê. Di ayeta 89an ya borî de tê ragihandin ku ehlikitêb  bendewarî hatina pêxemberekî ne, hêvî dikin ku bi hatina wî pêxemberî li hemberî kafiran dê hêzekê bi dest bixin, dema ew pêxemberê ku li benda wî bûn hat û digel ku dizanibûn ew e jî ew mandele kirin. Bi tesdîqkirina Qur’anê kitêba di destê wan de yên ehlikitêb dizanin û têdigijin ku ew, pêxemberê li hêviya wî ne û qasidê Xwedê ye., Lewra ji bo pirsa yên ku ji Resûlullah mucîze dixwestin tê bibîrxistin hebûna ayetên Qur’anê yên ku kitêba di destê wan de tesdîq dike wekî delîlê têr dike û wiha bersiv tê dayîn:

Xwendina te ya ji wan re ji kitêba ku Me ji te re hinartiye ma ne besî wan e?” (‘Enkebût, 29/51)

Tesdîq, dibe ku ne bi temamî be. Lewra pêkan e ku kitêbên îlahî, beşeke ji kitêbên berê bi ya bi xêrtir nesix bikin. Îsa (a.s), dibêje ku ez hem ji bo ku Tewratê rast bidêrim û hem jî hin tiştên li we qedexe ne helal bikim hatime şandin:

Ji bo ku ez Tewrata li ber destê xwe rast bidêrim û hin tiştên ku li we heram bûbûn ji we re helal bikim hatim. Min ji bo we ji nik Rebbê we belgeyek jî anî. Naxwe ji Xwedê bitirsin û bi gotina min bikin.” (Alî Îmran, 3/50)

Tesdîqa Qur’anê ya kitêbên beriya xwe, tiştê ku di wan kitêban de heye û Qur’anê bi mislî nesix kiriye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ev kitêba ku ji bo kitêbên beriya xwe rastdêr e û li ser wan çavdêr e, Me bi heqî bi bal te ve hinart. Êdî di navbera wan de li gorî ya ku Xwedê ji te re hinartiye hukim bide. Dev ji heqiya ku ji te re hatiye bernede û nede pey hewesên wan.” (Maîde, 5/48)

Dubarebûna bêjeya Kitabê di ayeta jorîn de vê yekê dide nîşandan. Ango Qur’an, kitêbên beriya xwe bi qasî ayetên ku tê de hene tesdîq dike. Bêjeya “muheymin” ya ku di ayetê de dibore jî piştgiriya vê yekê dike. Çavdêrî/muheymintiya Qur’anê li ser kitêbên berê, di wateya ku di mijara ka di kitêbên berê de kîjan ayetên Xwedê an na xwediyê gotina dawî ye. (Zemahşerî, el-Keşşaf, II, 246) Qebûlkirina Qur’anê, di wateya pejirandina tememê kitêbên îlahî de ye. Jixwe baweriya bi temamê pêxember û kitêban jî encax bi vî awayî pêkan e.

Di encamê de Qur’anê beşeke mezin ji kitêbên berê tesdîq kiriye. Ev nesxa bi mislê ye. hin hukmên ku di kitêbên berê de jî bi ya xêrtir nesix kirine. Wekî  din Qur’anê, mijarên ku di kitêbên berê de hatibûn veşartin an jî di der barê wan de gengeşî hatibûn kirin jî aşkere kirin.”

JÊDER: Fatih Orum, Kur’an ve Sünnet Temelinde Kur’ân’ı Anlama Usûlü, Weşanên Weqfa Süleymaniye, Stenbol, 2013, rp: 137-140.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 525
2 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 434
3 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 432
4 Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin? 19.01.18 391
5 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 470
6 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 493
7 Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin? 18.12.17 381
8 Ma divê em ayeta 19an ji sûreyê Hedîd çawa fêhm bikin? 30.01.18 355
9 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 577
10 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 489
11 Ma divê tîpa “dad”ê çawa bê xwendin? 19.12.17 359
12 Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e? 31.01.18 309
13 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 492
14 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 418
15 Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn? 20.12.17 535
16 Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê? 01.02.18 362
17 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 487
18 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 422
19 Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? 21.12.17 409
20 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 535
21 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 446
22 Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin 22.12.17 428
23 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 538
24 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 410
25 We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye? 26.12.17 433
26 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 549
27 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 443
28 Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro? 27.12.17 456
29 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 493
30 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 445
31 Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin? 04.01.18 438
32 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 496
33 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 420
34 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 414
35 Ma duayên di Qur’anê de gotinên Xwedê ne? 05.01.18 390
36 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 523
37 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 468
38 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 460
39 Gelo di dema berhevkirina Qur’anê de tu mudaxeleyek çêbûye? 09.01.18 412
40 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 558
41 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 473
42 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 439
43 Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye? 10.01.18 394
44 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 554
45 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 483
46 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 433
47 Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye? 11.01.18 443
48 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 453
49 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 467
50 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 362
51 Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye? 15.01.18 396
52 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 484
53 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 445
54 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 479
55 Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye? 16.01.18 363
56 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 492
57 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 431
58 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 354
59 Ma di ayeta yekem ji sûreyê ‘Eleq de emrê bi xwendina çi hatiye kirin? 17.01.18 418