Fetwayen Kurdi
Ma di umetên berê de jî destê dizan dihate jêkirin?

Ma di umetên berê de jî destê dizan dihate jêkirin?

Pirs: Tê gotin ku cezayê destjêkirinê ji bo diziyê ji sûreyê Maîde ya ku di ayeta 38’an de derbas dibe, di pirtûkên îlahî yên beriya Qur’anê de tune ye. Cezayê ku di vê ayetê de derbas dibe, eger ji cezayê umetên beriya me cuda be, di vî halî de em dikarin bibêjin ku Qur’ana Pîroz, ehkamên pirtûkên îlahî yên berê, ne bi hukmekî “mislî-wekhev” belbî bi tiştekî “qenctir” veguhertiye. Lê belê, eger ev ceza li ba umetên berê tune be, vê gotina me gelo nabe li dijî prensîba nesxê ya ku di Qur’anê de derbas dibe?

Bersiv: Em ayeta 38’an ji sûreyê Maîde, mîna ku hukmekî ku di şerî‘etên berê de hebe û hatibe nesixkirin bifikirin. Di nesxê de rêgez ew e ku divê bi tiştekî “mîna” wê yan jî bi tiştekî “qenctir” bê nesixkirin. Di umetê beriya me de cezayê diziyê yan destjêkirin bû yan jî cezayekî hîn girantir. Ji ayetên ku di sûreyê Yûsuf de derbas dibin[1], em hîn dibin ku di şerî‘eta Yaqûb aleyhiselam de cezayê diziyê ku azadiya mirov bihata zêfandin. Malûm e ku “zêfandina azadiya mirov” ji destjêkirina ji zendê hîn girantir e. Di vê rewşê de tu dijberî di navbera ayeta 38’an ji sûreyê Maîde û prensîba nesxê tune ye.

Amadekar: Adem YILDIRIM



[1] Yûsuf, 12/74-75.