Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 22 Aralık 2017

Pirs: Di kalaneleke belgefîlman de filmekî ku -di der barê Qur’anê- li ber xebata zanyarê Elmanî Dr. Gerd Puin hatiye amadekirin de hat nîşandan. Di gel ku fîlm di serî de bi hevokên pesindayina Qur’anê destpê dike jî di nav re û di dawiya film de iddiayên mîna Qur’an hatiye guhertin, bêjeyên ji zimanên biyanî tê de hene, wekî mînak wateya resen ya bêjeya Hûri “tirî” ye, tê bilêvkirin. Ma zanyariyên ku piştevaniya van tiştan bikin hene? Wekî din heke bêjeya Hûrî bi rastî jî di wateya “tirî” de be, ma ne pêkan e ku Qur’an wateyeke nû û resen li bêjeya hûrî bar kiribe? Ango wekî em ji hedîsan jî dizanin tê gotin ku bi sedema zelaliya hûriyan mêjiya di hundirê hestiyan de jî tê dîtin. Tirî jî ji ber şefafiya xwe hundirê wê, dendika wê ji der tê dîtin. Ev iddia di rûpelên li ser înternetê de cih digrin. Min temamê wan ne nivîsandin. Hûn dikarin bersivekê bidin?      

Bersiv: Zanyariyeke ku piştevaniya van angaştan bike tuneye. Bi sedema ku muxatebên Qur’anê yên pêşî ‘Ereb bûn, Qur’an bi zimanê ‘Erebî hatiye hinartin. Digel vê jî di berhemên tefsîr û usûlê de diborin ku ji zimanên di wê heyamê de hebûne çend bêje hatine girtin û derbasî zimanê ‘Erebî bûne. Lê belê Xwedê Teala bi xwe ev bêje bikaranîne û piştre ji aliyê mirovan ve nehatine guhertin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/kuran-bir-kitap-haline-getirilirken-herhangi-bir-mudahale-olmus-mudur.html

Wekî ku we jî diyar kir di temamê zimanan de bikaranînên bi vî rengî hene. Bêjeyeke ku di esasê xwe de ji zimanekî din be ango bêje biyanî be, gava derbasî zimanekî nû bibe pêkan e ku wateyeke nû bigre û were bikaranîn.

Heke em werin ser mijara koka bêjeya hûrî û ka wateya wê çi ye:

“Bêjeya hûr, ji hewer a ku di wateya “spî, spîbûn”ê de ye hatiye çêkirin û pirjimara hewra ya ku sifet e. Hûriya ku di Turkî de bi yekjimarî tê bikaranîn di zimanê ‘Erebî de tuneye. ‘Ereb, li berevajî yên li çolan, ji bo îfadekirina spîbûna jinên ku li bajaran dijîn bêjeya hawariyat bikar tînin.

Bêjeyên ku ji koka hewerê hatine çêkirin di ayet û hedîsên cur bi cur de wekî unsûrekî xweşikiyê bi bal çavan ve hatine nisbetkirin. Zimanzanên ‘Ereb, di der barê ka wateya bêjeyê çi ye, ango çavê ku bi hewerê tê vegotin kîjan wesfan di xwe de digre de nêrînên cuda avêtine pêş. Esme‘î, gotiye ku ez nizanim hewer a di çavav de çi ye, lê belê zimanzanan bi gelemperî şayeseriyeke wiha kirine “tenspî, zelaliya spîbûna çavan, reştarî û gilover, ên ku qapaxa çavên wan tenik û narîn in.”  Li gorî vê qebûlê hurî, çavxezal e, ango temamê çav spî be, jixwe di însanan de tiştekî bi vî rengî nayê dîtin.

Bi sedema ku di ayet û hedîsên têkildar de car caran bi bêjeya hûr re rengdêra “‘în” jî tê zikirkirin, divê ku rewşa  çavgir (çavbaz) jî li ser vê teswîrê bê zêdekirin.” (Bekir Topaloğlu, “Huri”, Ansîklopediya Îslamî ya Diyanetê, c: 18, rp: 387)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 140
2 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 90
3 Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro? 27.12.17 82
4 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 124
5 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 93
6 Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin? 04.01.18 76
7 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 177
8 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 109
9 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 89
10 Ma duayên di Qur’anê de gotinên Xwedê ne? 05.01.18 63
11 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 175
12 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 112
13 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 89
14 Gelo di dema berhevkirina Qur’anê de tu mudaxeleyek çêbûye? 09.01.18 52
15 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 182
16 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 159
17 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 80
18 Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye? 10.01.18 43
19 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 192
20 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 118
21 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 85
22 Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye? 11.01.18 34
23 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 152
24 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 126
25 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 81
26 Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye? 15.01.18 40
27 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 149
28 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 108
29 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 101
30 Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye? 16.01.18 23
31 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 158
32 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 108
33 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 77
34 Ma di ayeta yekem ji sûreyê ‘Eleq de emrê bi xwendina çi hatiye kirin? 17.01.18 25
35 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 154
36 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 91
37 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 73
38 Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin? 19.01.18 21
39 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 147
40 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 111
41 Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin? 18.12.17 72
42 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 153
43 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 95
44 Ma divê tîpa “dad”ê çawa bê xwendin? 19.12.17 62
45 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 147
46 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 80
47 Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn? 20.12.17 101
48 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 130
49 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 83
50 Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? 21.12.17 72
51 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 140
52 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 86
53 Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin 22.12.17 87
54 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 131
55 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 91
56 We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye? 26.12.17 78