We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qur'an Tarih: 26 Aralık 2017

Pirs: Di serê berhema we ya bi navê “Kur’an Işığında Aracılık Ve Şirk” de wergera ayetekê wiha cih digre “Ev, kitêbeke bi bereket e. Me ew ji te re hinart da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin û da ku yên dilpak jî wê di serê xwe de bi cih bikin.” (Sad, 38/29) Min li 20-25 wergerên cuda mêze kir, di yekê de jî “da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin” derbas nabe. Çima tiştekî wiha li ayetê hatiye zêdekirin?  Hûn dikarin rave bikin ka çima wiha hatiye wergerandin?

Bersiv: Li wergera ayetê tu tiştek nehatiye zêdekirin. Îfadeya “da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin”; wergera bêjeyên لِّيَدَّبَّرُوا آيَاتِهِ ne.

Gotina لِّيَدَّبَّرُوا ji koka دُبْر ye û di wateya ليتدبروا=da ku tedebbur bikin/bihizirin, de ye. دُبْر di wateya “paş” de ye. Tedebbur, ku mirov li pêş û paşê tiştekî û ka dê wate bigihîje kîjan encamê bihizire.[1]

Di der barê vê ayetê de di tefsîra Keşşaf de raveyeke wiha heye:

“Tedebbura ayetan; hizirkirina li ser wan, ji wateya pêşî dîtina pêwendiyên rast û wateyên xweşik e. Lewra kesê qîma xwe bi wateya pêşî ji ayeta ku tê xwendin bîne, gelek caran jê fêde nabîne. Rewşa vî kesî, wekî rewşa mirovê ku hêştira xwe ya nû zaye û pir bi şîr e nadoşe ye. An jî wekî rewşa kesê ku caniyeke wî ya mê û derfeta ku pir caran bizê hebe, lê belê naxwaze ku caniyekê jê bidest bixe ye. (Ji zanyarên tabiiyan) Hesenê Besrî hatiye ragihandin ku wiha gotiye: Vê Qur’anê, zarok û koleyên ku pêwendiyên wê nizanin jî dixwînin. Herfên wê jiber dizanin, lê belê haya wan ji tiştê ku ew dorpêç kiriye tuneye. Yekî wiha radibe dibêje: “Wellahî, bêyî ku herfekê jî bihêlim min temamê Qur’anê xwend.” Lê belê wellahî wî temamê Qur’anê terk kiriye. Lewra bandora Qur’anê li ser exlaq û kirinên wî nayê dîtin. Bêyî zanîna tiştê ew dorpêç kiriye ka çawa tê jiberkirin? Wellahî, çawa ew ne kesên ku biryarên rast jê derxin, ew ne hafizên wê ne jî. Xwedê jimara kesên wiha zêde meke!… Xwedêyo! Me bigerîne ji alimên ku tedebbur dikin. Me ji xwendevanên ku xwe tiştekî dizanin jî biparêze.”[2]

Da ku em bikaribin gotina tedebburê di zimanê Turkî vebêjin me îfadeya “da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin” bikar anî. Mirov dikare îfadeya “da ku li ser ayetên têkildar bifikirin” jî bikar bîne. Bi baweriya me wergera ayetê bi bal zimanê Turkî bi şeklekî din nayê kirin.

[1] ودَبَّرَ الأَمْرَ وتَدَبَّره: نظر في عاقبته، ، والتَّدَبُّر: التفكر فيه. Lisanu’l-Arab.

[2] Ebu’l-Qasım Carullah Mahmudê kurê ‘Umer ez-Zemexşerî, el–Keşşaf, Tehqiq: ‘Adil Ehmed Abdulmewcd, ‘Eli Muhemmed Mu‘wwid, Mektebetu’l-‘Ubeykan, Riyad 1998, c: 5, rp: 263.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive? 05.09.17 320
2 Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye? 24.10.17 247
3 Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe? 29.11.17 224
4 Ma duayên di Qur’anê de gotinên Xwedê ne? 05.01.18 216
5 Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye? 06.09.17 337
6 Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne? 25.10.17 265
7 Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? 30.11.17 247
8 Gelo di dema berhevkirina Qur’anê de tu mudaxeleyek çêbûye? 09.01.18 245
9 Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne? 07.09.17 351
10 Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye? 27.10.17 302
11 Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne? 04.12.17 264
12 Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye? 10.01.18 212
13 Ma mebest ji “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne? 08.09.17 349
14 Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye? 30.10.17 286
15 Çima mijarên di Qur’anê de di sûreyên cur bi cur de tên vegotin? 05.12.17 263
16 Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye? 11.01.18 257
17 Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye? 19.09.17 293
18 Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be? 31.10.17 285
19 Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye? 06.12.17 216
20 Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye? 15.01.18 209
21 Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin? 20.09.17 304
22 Ma hilgirtina Qur’anê di binê navikê re qedexe ye? 01.11.17 263
23 Ma di Qur’ana Pîroz de helbestên serdema cahiliyeyê hene? 07.12.17 293
24 Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye? 16.01.18 200
25 Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin? 26.09.17 316
26 Li gorî ayeta 71an ji sûreyê Îsra mirov li axretê dê digel kîjan rêberan bên gazîkirin? 02.11.17 258
27 Ma divê em ayeta 81an ji sûreyê Alî Îmran çawa fêhm bikin? 11.12.17 218
28 Ma di ayeta yekem ji sûreyê ‘Eleq de emrê bi xwendina çi hatiye kirin? 17.01.18 213
29 Destdana Qur’anê û desmêj? 03.10.17 325
30 Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin? 07.11.17 234
31 Ma Hamanê ku navê wî di Qur’anê derbas û Hamanê di Tewratê de heman kes in? 12.12.17 223
32 Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin? 19.01.18 207
33 Xwendina Qur’anê û girtina serî? 04.10.17 304
34 Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin? 08.11.17 296
35 Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin? 18.12.17 213
36 Ma divê em ayeta 19an ji sûreyê Hedîd çawa fêhm bikin? 30.01.18 189
37 Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in? 05.10.17 354
38 Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? 15.11.17 283
39 Ma divê tîpa “dad”ê çawa bê xwendin? 19.12.17 197
40 Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e? 31.01.18 148
41 Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin? 06.10.17 315
42 Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye? 16.11.17 222
43 Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn? 20.12.17 297
44 Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê? 01.02.18 167
45 Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin? 10.10.17 289
46 Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me? 17.11.17 227
47 Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? 21.12.17 244
48 Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike? 12.10.17 322
49 Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne? 20.11.17 248
50 Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin 22.12.17 244
51 Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin? 16.10.17 324
52 Di fêhmkirina Qur’anê de girîngiya bizava îctihadê çi ye? 21.11.17 251
53 We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye? 26.12.17 234
54 Ma ji alimên berê kesekî ku ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm wekî we fêhm kiribe heye? 18.10.17 288
55 Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye? 23.11.17 243
56 Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro? 27.12.17 276
57 Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye? 23.10.17 293
58 Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin? 28.11.17 283
59 Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin? 04.01.18 275