Fetwayen Kurdi
Ma di Îslamê her tişt (wekî mînak ferîşte) bi rêya mantiqê tê ravekirin?

Ma di Îslamê her tişt (wekî mînak ferîşte) bi rêya mantiqê tê ravekirin?

Pirs: Melek bi rêya mantiqê tên îzahkirin? Dînê Îslamê gelo karê mantiq an jî karê dil û baweriyê ye? Ma hemî tiştên di Qur’anê de bi rêya mantiqê tên rave/îzahkirin?  

Bersiv: Bi sedema ku ferîşte heyînên qada nepenî ne, ne pêkan e ku bi rêya ezmûn û ceribandinê bên zanîn/îdrakkirin. Lewra mumkin e ku aqil û mantiq, di mijara ravekirina heyîn û bûyerên derî siruştî/nepenî de agahiyên şaş û kêm bide. Li aliyê din jixwe daneyên aqil û mantiqê di der barê dunyaya ku em tê de dijîn de jî dibe ku gelek caran çewt derkevin. Di mijarên bi vî rengî de divê em bidin pey agahiyên ku di Qur’ana Pîroz û sunneta sehîh de diborin. Di ayet û hedîsan de zanyariyên ku têrî bal û meraqa însên bikin hene û baweriya bi wan ji bo her mirovê bawermend  lazim e.

Dînê Îslamê hem aliyê wê yê dil/qelb hem jî aliyê wê yê mantiqê heye. Aliyê wê yê dil ji bo pêkanîna hewcedariyên însên yên manewî/hestî; aliyê wê yê aqil û mantiqê jî ji bo temînkirina hewcedariya hizirîn, analîzkirin û danîna têkiliyek tekûz bi heyîn û xwezayê re ye. Qur’ana Pîroz her mijarê bi fikreke rêkûpêk, hevgirtî û di çarçoveya rêmaniyekê de diavêje holê û ji bo têgihiştîna wan balê dikşîne ser ku divê fikir bi awayekî rast were îdarekirin. Emr û şîretên bi bîrbirin û aqilgirtina ku di gelek ayetan de diborin beriya her tiştî da ku mirov bi hebûna Xwedê baweriyê bîne û tesdîq bike, fêhm bike ku mirov candarekî berpirsyar e û ji bo ku helwestên ji bo vê nîşan bide. Bawermend; bûyerên derî siruştî -yên ku li der sînorên îdraka aqlî ne- ji ferîşte, cin, ruh, rewşa axretê û hwd. ji mijarên ku ji wan re di lîteraturê de “sem‘iyyat” tê gotin her çiqas bi rêya aqil û mantiqê fêhm neke jî bi baweriya bi wan berpirsyar e.

Dr. Osman Demir

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê mijarê de ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/islam-akil-dini-degildir-soylemini-nasil-degerlendirmek-gerekir.html