Fetwayen Kurdi
Ma Îblîs, mamosteyê ferîşteyan bû?

Ma Îblîs, mamosteyê ferîşteyan bû?

Pirs: Gelo Îblîs, beriya ku ji hafa Xwedê Teala were qewitandin mamosteyê ferîşteyan bû?

Bersiv: Di Qur’an Pîroz û hedîsên sehîh de di der barê ku Îblîs, beriya ji hafa Xwedê Teala bê qewirandin mamosteyê ferîşteyan bû de tu agahiyeke zelal tuneye. Navê Îblîs 11 caran di Qur’ana Pîroz de dibore û di pirê wan de behsa ku Xwedê Teala ferman li ferîşteyan dike ku ji Adem biçin secdeyê û ew jî li hemberî vî emrî derdikeve, tê kirin. (bnr: Beqere 2/34; E‘raf 7/11) Bi sedema ku fermana bi secdeyê ya di ayetan de derbas dibe bi gelemperî temamê ferîşteyan di xwe dihewîne hin kesan qebûl kirine ku Îblîs jî di nav wan de ye.

Hûn dikarin li bersiva di navnîşana jêr de ye jî binêrin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/iblis-cinlerdendi-de-isyan-edince-baska-bir-varliga-mi-donustu.html