Fetwayen Kurdi
Ji bilî çar ferîşteyên mezin gelo navê tu melekên din di Qur’anê de derbas dibe?

Ji bilî çar ferîşteyên mezin gelo navê tu melekên din di Qur’anê de derbas dibe?

Pirs: Ji bilî 4 ferîşteyên me, melekên me yên arîkar hene? Wekî mînak ma di Qur’anê de ferîşteyên bi navê Uriel, Sandalfon, Raziel, Raguel, Ceremayel, Samuel, Ariel derbas dibin? Di hin weşanên televîzyon û di hin berheman de di der barê ku mirov dikare ji wan arîkariyê bixwaze şitexalî û galegot tên kirin. Hişê me tevlîhev bû. Hûn dikarin bi me re bibin arîkar?  

Bersiv: Ji çar ferîşteyên ku di lîteratura Îslamî de ferîşteyên mezin tên zanîn bi tenê navê Cebraîl û Mîkaîl di Qur’ana Pîroz de derbas dibe. Ezraîl di Qur’anê de bi awayê “rihstên” tê wesifandin, behsa Îsrafîl jî di hedîsan de tê kirin.  Ji bilî vê, di Qur’ana Pîroz de îşaret bi bal ferîşteyên kiramen katibîn, muqerrebûn, hefeze, hemele-i ‘erş û hin ferîşteyên ku di bihuşt û dojehê de peywirdar in ve tê kirin. Navên ku di pirsê de derbas dibin, çi wekî navê ferîşteyan çi jî wekî din di Qur’anê û hedîsan de derbas nabin. Baweriya bi hebûna ferîşteyan di dînê Îslamê de ji esasê baweriyê ye û divê ku her mirovê bawermend bi vê, baweriyê bîne. Ferîşte, heyînên ku bi rêya endaman nayên hîskirin, lê belê bi navgîniya danzanîna (wehya) ji Xwedê Teala em agahiya di der barê wan de bidest dixin. Di Qur’ana Pîroz û gotinên Pêxemberê me de di der barê taybetî û peywirên ferîşteyan de agahî hatine dayîn. Ferîşte, heyînên ku Xwedê Teala di pêkhatina hin bûyerên xwezayî de wan dike wesîle, bêyî destûr û fermana Wî, tu carî nikarin bizav û çalakiyekê bikin.

Distûra yekîtiya (tewhîda) Xwedê ya ku esasê dînê Îslamê pêk tîne, lazimî xwe didêre ku bawermend daxwaza arîkarî û pêkhatina hewcedariyên xwe rasterast ji Xwedê Teala bikin û di vê babetê de tu tiştekî di navbera xwe û Wî de nekin navgîn. Ev babet, di sûreyê Fatiheyê de “Em bi tenê ji Te re bendeyiyê dikin, bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin.” (Fatihe, 1/4) ya ku di her qama nimêjê de tê xwendin hatiye diyarkirin û hatiye xwestin ku her bawermend rojê pênc caran vê yekê di bîr bîne. Temamê kar û çalakiyên di xwezayê de di bin kontrola Xwedê Teala de ne. Ferîşte jî bi tenê peywira ku ji wan re hatiye dayin dikin.

Hewldayîna gihaştina Xwedê bi navgînan, mirov dixe şirkê. Wezîfa mirovê bawermend jî ku xwe ji van baweriyên şaş dûr bigre.

Dr. Osman Demir