Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bi ferîşteyan re têkeve têkiliyê û arîkariyê ji wan bixwaze?

Ma mirov dikare bi ferîşteyan re têkeve têkiliyê û arîkariyê ji wan bixwaze?

Pirs: Çend roj berê berhemeke di der barê ferîşteyan de kete destê min. Di wê berhemê de qala axaftina bi ferîşteyan re, daxwaza arîkariyê ji wan, xwestina nîşandana mucîze, îşaretan û banga di rewşên zor û tengasiyan de li wan û têkiliya bi wan re dihate kirin. Gelo ev tiştên han ji aliyê dînî ve mumkin in?

Bersiv: Divê em diyar bikin ku qebûlkirina tiştekî wiha ji bo ferîşteyan ji aliyê dînê Îslamê ve ne pêkan e. Aşkere ye ku vê zihniyetê ji felsefeya Rojhilata Dûr û dînê Xiristiyaniyê îlham girtiye. Di her dem, çand û olan de baweriya bi ferîşteyan hebûye, mirovan ev heyîn bi awayên cur bi cur teswîr kirine û hewl dane ku bi wan re têkevin têkiliyê. Baweriya bi ferîşteyan di dînê Îslamê de jî ji bingehên baweriyê ye û divê ku her mirovê bawermend bi vê baweriyê bîne.

Ferîşte, heyînên ku bi rêya endaman nayên hîskirin, lê belê bi navgîniya danzanîna (wehya) ji Xwedê Teala em agahiya di der barê wan de bidest dixin. Di Qur’ana Pîroz û gotinên Pêxemberê me de di der barê taybetî û peywirên ferîşteyan de agahî hatine dayîn. Li gorî vê, ferîşteyên ku ji nûrê hatine afirandin (Muslim, Zuhd, 10) ne mêr in ne jî jin in (Zuxruf, 43/19). Fermana Xwedê Teala bi cih tînin û li ber emrê Wî dernakevin (Nehl, 16/50). Di hin rewşan de bi armanca pêkanîna erka ku li wan hatiye barkirin dikevin dirûv û awayên cur bi cur û dibe ku mirov wan bibînin (Meryem, 19/16-17). Agahiya di der barê pêşerojê de li cem ferîşteyan tuneye (Neml, 27/65).

Di Qur’an Pîroz û hedîsan erk û peywira ferîşteyan jî hatine diyarkirin. Ferîşte digel wezîfeya ku wehyê ji pêxemberan re bînin (Beqere, 2/97-98) li mirovan çavnêrî dikin û wan diparêzin (Qaf, 50/18, 21; Re‘d, 13/11). Ew ji bo bawermendên ku li ser rêya rast in (Fussilet, 41/30-31) û ji bo temamê kesên li ser rûyê erdê ne, ji Xwedê bexşandinê dixwazin (Şûra, 42/5). Ferîşteyên ku desteka maddî û manewî didin pêxember û bawermendan (Beqere, 2/123-125) û ferîşteyên ku tiştên mirov dikin  tomar dikin jî hene (Înfitar, 82/10-11). Di Qur’anê de derbas dibe ku di bûyerên bicihanîna sezayên îlahî de ferîşte dibin wesîle (‘Enkebût, 29/31), Xwedê bilind didêrin û Wî tesbîh dikin (E‘raf, 7/206; Enbiya, 21/20) û selat û selaman li pêxember didin (Ehzab, 33/56). Digel van tiştan di rêveberiya xweza û di pêkanîna qanûnên îlahî de peywira ku li wan tê barkirin dikin (Nazi‘at, 79/1-5; Secde, 32/11). Ferîşteyên ku bi roja qiyametê, bi karûbarên bihuşt û dojohê ve erkdar in jî hene (Enfal, 8/50; Re‘d, 13/23-24; Zumer, 39/71-72).

Mîna ku tê dîtin, Xwedê Teala di pêkanîna hin bûyerên di xwezayê de ferîşteyan dike wesîle. Bêyî emr û destûra Wî, tu carî ne pêkan e ku çalakiyekê li dar bixin û arîkariya însanan bikin.

Di Qur’ana Pîroz de behsa diyaloga pêxemberan û hin kesan –di hin rewşên taybet de– digel ferîşteyan tê kirin. Ji bilî vê, axaftina bi melekan re, xwestina arîkariyê ji wan an jî xwestina nîşandana îşaretan ji mucîze û hwd. ne mumkin e. Zihniyeteke bi vî rengî, mirov nikare di çarçoveya dînê Îslamê ya ku li jor me di der barê ferîşteyan got, îzah bike. Angaşteke bi vî awayî li dijberî distûra yekîtiya (tewhîda) Xwedê ya ku esasê dînê Îslamê pêk tîne, ye. Lewra ew esas, lazimî xwe didêre ku bawermend daxwaza arîkarî û pêkhatina hewcedariyên xwe rasterast ji Xwedê Teala bikin û di vê babetê de tu tiştekî di navbera xwe û Wî de nekin navgîn. Ev babet, di sûreyê Fatiheyê de “Em bi tenê ji Te re bendeyiyê dikin, bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin.” (Fatihe, 1/4) ya ku di her qama nimêjê de tê xwendin hatiye diyarkirin û hatiye xwestin ku her bawermend rojê pênc caran vê yekê di bîr bîne. Temamê kar û çalakiyên di xwezayê de di bin kontrola Xwedê Teala de ne. Ferîşte jî bi tenê peywira ku ji wan re hatiye dayin dikin.  Ji ber vê yekê xwestina bi rêya navberan û ji bo gihaştina Xwedê mirov berê xwe bide heyînên cur bi cur ne dirust e. Lewra di gelek ayetên Qur’anê de tê dîtin ku pûperestî bi vê gerekiyê bi zimanekî tund hatiye qedexekirin  (bnr: Maîde 5/76; Yûnus 10/18, 106). Her çiqas di cengan û rewşên hwd. de ji aliyê ferîşteyan ve arîkariya bawermend bê kirin jî, di vir de fail kirdeyê esasî Xwedê ye û ji bilî ku erka xwe bi cih bînin tu fonsksiyoneke ferîşteyan tuneye. Wezîfeya bawermendê hişmend jî ku di mijarên olî de bi awayekî rêkûpêk agahdar bibe û xwe ji helwestên wiha yên ku zirarê didin baweriya wî dûr bigre.

Dr. Osman Demir