Fetwayen Kurdi
Ma di heqê ku dê Cebraîl 10 caran were ser rûyê erdê, tu hedîsek heye?

Ma di heqê ku dê Cebraîl 10 caran were ser rûyê erdê, tu hedîsek heye?

Pirs: Tê gotin ku dê Cebraîl piştî Pêxemberê me 10 caran dakeve ser rûyê erdê û wê di her carê de bi xwe re tiştekî bibe. Gelo hedîseke wiha heye?

Bersiv: Di çavkaniyên hedîsê de tu riwayeteke bi awayê “Dê Cebraîl piştî Pêxemberê me 10 caran dakeve ser rûyê erdê û wê di her carê de bi xwe re tiştekî bibe” nehatiye dîtin.

Ji ber ku Pêxemberê me, pêxemberê herî dawî ye, xuya ye ku dê Cebraîl ji bo anîna wehyê danekeve ser rûyê erdê. Digel vê rastiyê melaîket, ji bo bi cihanîna peywira ku ji wan re hatiye dayin di her gava ku Xwedê Teala munasib bibîne, tên dunyayê. Bi sedema ku Cebraîl jî ji melekan e –ji bilî wezîfa anîna wehyê- muhtemel e ku ew jî bo xizmeteke din dakeve. Di sûreyê Qedr ayeteke ku vê rewşê diyar dike heye:

Me Qur’an, di şeva Qedrê de nazil kiriye. Ma tu ji ku dizanî ku şeva Qedrê çi ye? Şeva Qedrê, ji hezar mehî bi xêrtir e. Vê şevê ferîşte, bi destûra Perwerdegarê xwe di der barê her kar û barî de digel rûh (fermanê) dadikevin.” (Qedr, 97/1-4)