Fetwayen Kurdi
Yekî Henefî dikare li pey yekî Şafi‘î nimêj bike?

Yekî Henefî dikare li pey yekî Şafi‘î nimêj bike?

Pirs: Ma pêgirên mezhebê Henefî dikarin nimêja Înê li pey îmamekî Şafi‘î bikin?

Bersiv: Mijara ku yekî Henefî li pey îmamekî Şafi‘î nimêja Înê yan jî nimêjên din bike, ji aliyê fuqehayên Henefiyan ve bi awayên cuda hatiye nirxandin. Li gorî ku ji riwayetan tê fêhmê, mijarên bi vî rengî di serdemên pêşî de wekî pirsgirêkê nehatiye dîtin. Wekî mînak Îmam Ebû Yûsuf, li pey Xelîfe Harûn Reşîd –ê ku hicam kiribû û bêyî ku desmêjeke nû bigre– nimêj kiribû û nimêja xwe dubare nekiribû. Xelîfe di vê mijarê de ji Îmam Malik fetwa girtibû. (‘Eliyê kurê Muhemmedê kurê Ebu’l-‘İzz ed-Dimaşqî, Şerhu’l-Aqîdeti’t-Tahawiyye, Beyrût 1408/1988, c: 2, rp: 530)

Lê belê zanyarên Henefiyan yên ku piştre hatine, ji bo dirustiya nimêjeke bi vî awayî hin şert avêtine holê. Di berhema el-Fetwa el-Hindiyye de îbareyekî wiha dibore:

“Kirina nimêjê li pey îmamekî ji mezhebê Şafi‘î, teqez dirust e. Lê belê îmamekî Şafi‘î  –heke îhtimala yekî ji mezhebê Henefî li pey nimêj dike hebe– divê ku xwe ji meseleyên îxtilaf di wan de heye muhafeze bike. Wekî mînak: Dema xwîn ji cihekî wî hat divê desmêj bigre, berê xwe ji qibleyê zêde nezivirîne û wekî van a di meseleyên din yên ku îxtilaf di wan de hatiye kirin de baldar be.” (el-Fetawa el-Hindiyye, Daru Sadır, Beyrût 1991, c: 1, rp: 84)

Bi kurtasî, li gorî alimên Henefiyan yên serdema dawî, da ku yekî Henefî bikaribe li îmamekî Şafi‘î nimêja Înê û nimêjên din bike, divê ku îmam xwe ji tiştên li gorî Henefiyan desmêj û nimêjê betal dikin, dûr bigre. Heke ji cemaetê yek bizanibe îmam helwesteke ku li gorî mezhebê Henefî desmêj an jî nimêjê betal dike nîşan daye, wê demê ne dirust e ku li pey wî îmamî nimêj bike.

Lê belê tu ayet an jî hedîseke ku piştevaniya van angaştan bike tuneye. Henefî li pey Şafi‘îyan, Şafi‘î jî li pey Henefiyan (an jî pêgirên mezhebên din) dikarin nimêj bikin.

Bi tenê li pey kesê ku di baweriya wî de “bi awayekî teqez” hêmanên şirkê hene nimêj nayê kirin. Lewra tiştê bingehîn di kesê ku îmamtiyê dike de dirustiya baweriya wî ye. Heta ku tiştekî li dijî vê neyê îsbatkirin –bêyî nêrîna li îxtilafên fiqhî- mirov dikare li pey her îmamî nimêj bike.