Fetwayen Kurdi
Ma ayeta 100an ji sûreyê Ali Îmran terefgiriya mezheban qedexe dike?

Ma ayeta 100an ji sûreyê Ali Îmran terefgiriya mezheban qedexe dike?

Pirs: Di ayeta 100an ji sûreyê Ali Îmran de tê fermankirin ku em nedin pey tu kesî ji yên kitêb ji wan re hatiye dayin. Ma mirov dikare bibêje ku ev ayet –her çiqas Misilman bin jî– peyrewiya her mezheb, cemaet, terîqet; ango teqlîdkirinê ji binî ve qedexe dike?

Bersiv: Wergera ayeta 100an ji sûreyê Ali Îmran wiha ye:

Gelî bawermendan! Eger hûn bi gotina berekê ji wan ên ku kitêb ji wan re hatiye dayîn, bikin; piştî baweriya we dê we bikin kafir.”

Ev ayet, di der barê Cihû û Filehan de ye.

Ayeta di der heqê meseleya ku we behsa kir ev e:

Bê guman ew ên ku dînê xwe parçe parçe kirine û her yek bûye alîgirê yekî, tu di tu tiştekî de ne ji wan î. Karê wan spareyî Xwedê ye. Paşê Ew ê wan bi ya ku kirin agahdar bike.” (En‘am, 6/159)

Xwedê navê Misilman li me kiriye; ji bilî vî navî tu navekî din ne rewa ye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Di rêya Xwedê de bi awayê pêdivî cîhadê bikin. Wî, hûn bijartine. Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye. Bidin pey dînê bavê xwe Îbrahîm. Da ku Qasidê Wî ji bo we û hûn jî ji bo hinên din bibin mînak, Wî hem berê û hem jî di vê Qur’anê  navê “Misilman” li we kiriye.  Nexwe bi awayê pêdivî nimêjê bikin, zekatê bidin û xwe bi Xwedê bigrin. Ew dost û arîkarê we ye. Vêca ew çi xweş dost e, çi xweş arîkar e!” (Hecc, 22/78)