Fetwayen Kurdi
Cezayê kuştina yekî bi şaşî çi ye?

Cezayê kuştina yekî bi şaşî çi ye?

Pirs: Ma kesê bi şaşîtî yekî bikuje, çiqas xwîn lê dikeve û dê çawa bide?

Bersiv: Di derbarê kuştina bi şaşîtî de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Tu car ji bawermendekî re ne rewa ye ku bawermnedekî bikuje. Lê ku bi şaşî be, ew tiştekî din e. Kesê ku bi şaşî bawermendekî bikuje divê koleyekî bawermend azad bike û xwînekê bide xwediyên kuştî. Lê ku ew di xwînê biborin ew tiştekî din e! Eger ew kuştî ji qewmekî dijminê we be û bawermend be, vêca azadkirina koleyekî bawermend pêwîst e. Eger ew ji qewmekî be ku di navbera we û wan de peyman heye, vêca (cezayê wî) xwîneke ku ji malbata wî re were dayin û azadkirina koleyekî bawermend pêwîst e. Kesê ku koleyekî bawermend bi dest nexe, divê du mehan li pey hev rojî bigire. Ev, da ku tobeya wî ji aliyê Xwedê ve, bê pejirandin. Xwedê zana ye, karbinecih e.[1]

Xwîna kuştina bi şaşî, ji pênc cureyên hêştiran ji her cureyekî bîst hêştir bi temamî 100 hêştir tê dayin. Pênc celebên hêştiran wiha ne:

Bintî mexaz: Hêştira mê ya ku ketiya du salan: 20

Bintî lebûn: Hêştira mê ya ku ketiye sê salan: 20

Hiqqa: Hêştira mê ya ku ketiye çar salan: 20

Ceze‘a: Hêştira mê ya ku ketiye pênc salan: 20

Îbn mexaz: Hêştirê nêr î ku ketiye du salan: 20[2]

Di roja me de dê qîmetên van hêştiran bi peretî bê hesabkirin û ji malbata kuştî re bê dayin. Di heman wextê divê ku du mehan li ser hev rojî bê girtin.

Di serdema Pêxember de (s.a.w) qîmetê van hêştiran 1.000 dînar, yanî 4.350 gr. zêr digirt. Ji vê bonê di pirtûkên fiqhê de derbas dibe ku mirov ji bo xwînê 1.000 dînarî bide, kafî ye. Ev jî di hundirê sê salan de bi teqsîtan, dê bê dayin.



[1] Nîsa, 4/92.

[2] Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-i İslamiye ve Istılahat-ı Fıkhiyye Kâmusu, III, 48.