Fetwayen Kurdi
Peyrewê kîjan mezhebî dê bikevin bihuştê?

Peyrewê kîjan mezhebî dê bikevin bihuştê?

Pirs: Ji Henefî, Şafi‘î, Malikî, Henbelî gelo peyrewê kîjan mezhebî dê bikevin bihuştê?

Bersiv: Mezhebên ku we qala wan kir, mezhebên ‘emelî ne. Ango mezhebên ku bi tenê bi aliyê fiqhî yê dîn ve mijûl in. Ketin û neketina bihuştê bi peywerî û çûyiya li pey van mezheban ve ne eleqedar e. Ango ji bo çûyina cennetê peyrewiya mezhebekî ne pêwîst e. Pîvana çûyina bihuştê baweriya mirov û ka çiqas li gorî Qur’an û sunnetê tev digere ye. Temamê van mezheban mîna seydayan e. Hûn nêrîna kîjanî rast bibînin hûn dikarin li gorî wê nêrînê ‘emel bikin.