Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Jinek, lawek û çar keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê parve kirin?

Mêr mir. Jinek, lawek û çar keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê parve kirin?

Pirs: Bavê me çû ber rehma Xwedê. Dayika me, 4 keç û biyarekî me heye. Ma divê em mîrata ji bavê me maye çawa parve bikin?

Bersiv: Ji heşta yek ji terîkeyê/mîratê ji jina mêr ango ji dayika we re dikeve. Tiştê mayî jî dê di navbera zarokan de –bi awayê ji kur re du par, ji her keçekê re parek– were parvekirin. Li gorî vê, dabeşkirina mîratê dê wiha be:

Heke temamê terîkeyê/mîratê 48 par were hesabkirin, dayika we dê 6 parên ku ji heşta yek e bigre. 42 parên ku dimîne jî dê –bi awayê ku ji law re 14 par, ji her keçekê re jî 7 par– di nav zarokan de were parvekirin.  6+14+7+7+7+7=48